Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hat eşkerekirin 2023-03-11 11:23:13 STENBOL - HDK, Tifaqa Ked û Demokrasiyê û rêxistinên sivîl ên civakî li Stenbolê deklarasyona Newrozê eşkere kirin.    Newroza îsal ku dê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” bê pîrozkirin, diyarî qurbaniyên erdhejê tê kirin. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Tifaqa Ked û Azadiyê gelek saziyên sivîl li Stenbolê ji bo deklarasyona Newrozê li Otela Elit World a li Taksîmê civîna çapemeniyê li dar xistin. Deklarasyon bi pêşengiya HDK’ê hat ragihandin.    Di civîna ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û gelek kes amade bûn de Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr deklarasyona Newrozê xwend.    Daxuyaniya bi sernavê “Em bi Agirê Newrozê ber bi Azadiyê Dimeşin" wiha ye:   "Newroz, di serî de gelê kurd, ji bo gelên Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê sembola vejînê ye. Newroz cejna vejînê ye ji bo gelan.  Newroz jiyan e, azadî ye. Newroz serkeftina Kawayê Hesinkar e li dijî Dehaqê zalim.    Gelên me bi hezaran salan e bi vê hişmendiyê Newrozê pîroz dikin. Newroz rojeke têkoşînê ye û gel tê de ala xwe ya serhildanê li hemberî zalim, dîktator û yek-zilamiyê bilind dikin.    Wekî her sal îsal jî Newroz ji bo gelên me mizgîniya hêviyê û agirê azadiyê ye. Di gel vê yekê, em Newroza 2023yan di nav şert û mercên cuda de pêşwazî dikin. Du erdhejên ku di 6ê Sibatê de li Mereşê çêbûn, mixabin bûn sedema wêrankariyeke mezin. Bajarên me, gundên me û qadên me yên jiyanê hilweşiyan. Me bi deh hezaran canên xwe ji dest dan. Bi deh hezaran welatiyên me birîndar bûn. Êş û hêrsa me pir mezin e.    EM Ê HESAB JI DESTHILHATDARIYÊ BIXWAZIN   Bi vê minasebetê em careke din rehmetê ji windahiyên xwe re, sersaxiyê ji merivên wan re û ji gelê xwe re û şîfaya lezgîn ji birîndarên xwe re dixwazin. Welatiyên me yên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, em Newroza îsal pêşkêşî wan dikin. Sedema ku hişt wêrankarî û windahiyên me pir zêde mezin bibin desthilatdariya AKP-MHPyê ye. Ev desthilatdarî ji ber pergala talanker û rantperest ku ev 20 sal in ketiye pratîkê, berpirsyarê vê wêrankariyê ne. Bi rejîma înşaetê ku ava kiriye, bi efûyên xwe yên îmarî yên berî hilbijartinan û ji ber bêkêrhiştina saziyên ku ji bo midaxeleyên karesatan hatine avakirin, ev desthilatdarî sûcdar e.  Em ê hesab ji vê desthilatdariya zorbe bixwazin ku gelê me terkî qedera xwe kiriye, bi rojan peywirdarek tenê jî nekarî bişîne û bû sedem ku welatiyên me di bin wêrankariyan de bicemidin û jiyana xwe ji dest bidin! Kirinên ku vê desthilatdariyê kirine, ew ê qet û qet ji wê re nemîne!    TÊKOŞÎNA HEVPAR   Ev qonaxa dîrokî ku em tê de ne, ji her hêlê ve berpirsyariyeke girîng dide ser milên hemû derdorên demokratîk. Divê û lazim e ku gel û hêzên demokrasiyê li derdora vê berpirsyariya dîrokî bibin yek û îradeya têkoşîna hevpar derxin holê. Desthilatdariya AKP-MHP hemû beşên civakî û demokratîk ji xwe re dike hedef. Tehemûla wê ji hewleke herî însanî û demokratîk re jî tune ye. Bi zext û hêzeke şîdetê ya tund berê xwe dide daxwazên demokrasî û azadiyê. Bi vê yekê hewl dide ku hemû beşên civakê serkut bike û berdewamiyê bide desthilatdariya xwe ya zextker û destpotîk.   EM Ê BI SER BIKEVIN   Lê belê em ê li hember vê pergala zilmê qadên Newroza 2023yan veguherînin qadên têkoşînê. Em ê li her derê ji Amedê heta Stenbolê, ji Aydinê heta Qersê, ji Îzmîrê heta Antalyayê, ji Enqereyê heta Colemergê li hemberî vê desthilatdariyê meydanê bixwînin. Qadên Newrozê dê bibin qadên wisa ku hêrs dê bibe hêvî. Ev Newroza me ya îsal dê bibe Newrozeke wisa ku em ê Dehaqên zalim bişînin zibildanka dîrokê. Kawayên Hesinkar dê desthilatdariya AKP-MHPyê hilweşînin. Hêzên ked, azadî û demokrasiyê dê di hilbijartinên 2023yan de vê desthilatdariya yekperest hilweşînin. Newroza 2023yan dê bibe navnîşana hêviyê. Em ê tev bi hev re tê bikoşin, tev bi hev re bi ser bikevin.    NEWROZ REMZA VEJÎNÊ YE   Newroz sembola vejînê ye û ew ê îradeya avakirina ji nû ve derxe holê. Îradeya guherîna demokratîk a welêt dê di qadên Newrozê de xwe bide nîşandan. Mîlyonan kesên li qada Newrozê dê li şûna feraseta navendperest û yekperest daxwaza Komara Demokratîk bikin ku bi meclisên xwe ji pirsgirêkên xwe re çareseriyan ava bikin. Îradeya li qadên Newrozê dê rêya têkoşîna li dijî faşîzmê nîşan bide. Qadên Newrozê dêli hember tecrîd, jinkujî, talana ekolojîk û feqîriyê bibin dengê azadiyê. Divê em ji bîr nekin ku em li ber pêvajoyeke wisa ne ku em ê bikarin gelek destkeftiyên mezin bi dest bixin. Em ê vê pêvajoya pêşiya xwe bi vê hestyarî û zanebûnê pêşwazî bikin û serkeftineke serdemî û demkî na, serkeftineke dîrokî dê bibe para me. Li ser vê esasê, em bang li hemî kom û kesan dikin ku bi berpirsyariyên siyasî û civakî yên pêwîst rabin û ked û têkoşîneke wisa bidin ku ji bo gelên me siberojeke azad û demokratîk di ser her tiştî re bigire. Desthilata rantperest, despotîk û dijminê gel a AKP-MHPyê ku mirov di bin kavilan de hiştin, ev yek berpirsyariyeke civakî ye ku em wan bi zelzeleyeke siyasî ya heta niha nedîtî bişînin zibildanka siyasetê. Em bi vê bawerî û bibiryariyê Newrozê pêşwazî dikin. Newroz mizgîniya biharê ye. Nîşaneya hatina biharê ye. Newroza 2023yan jî dê mizgîniya bihara gelan bide. Dehaqên zalim dê nekarin hatina biharê asteng bikin. Pergala zilm û pêkutiyan dê here. Bihara gelan dê were.    BER BI AZADIYÊ VE    Ji bo ku em qadan tijî bikin bi ruhê yekitî û hevgirtinê ku di dema erdhejê de derketibû holê û ji bo ku em canên xwe yên windakirî bi bîr bînin, ji bo ku bihar bibe para tevahiya civakê û ji bo ku li derdora agirê Newrozê em dengê edalet û aştiyê bilind bikin, em hemî gelên xwe vedixwînin Newrozê û bi dirûşmên ‘Her Der Newroz, Her Dem Azadî’ û ‘Bi Agirê Newrozê ber bi Azadiyê’ ve em ê Newroza xwe ya 2023yan pîroz bikin. Bijî Newroz!”