Girtiyê nexweş Degîş piştî 31 salan hate berdan 2023-03-11 12:36:41   AMED - Girtiyê nexweş Nîmet Degîş piştî 31 salan hate berdan.    Girtiyên nexweş Nîmet Degîş (65) e li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê dihat ragirtin piştî 31 salan hate berdan. Degîş ê di meha Tîrmeha 2022’yan de înfaza xwe temam kir, diviya bû hatibûya berdan lê bi hinceta pirsên “tu poşmanî?” , “Dema tu derketî dê biçî ku derê?” yên rêveberiya girtîgehê ne bersivandin înfaza wî hatibû şewitandin.    Degîş ê beriya niha li Girtîgeha Tîpa L a Turkoglû ya Mereşê dihat ragirtin, piştî erdhejê sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê hatibû kirin. Degîş ê duh hate berdan dora saet 03.00’an ji aliyê malbat û hevrêyên xwe ve hate pêşwazîkirin.