Faîlên Ozturk a beriya 31 salan bi îşkenceyê hate qetilkirin pirsîn 2023-03-11 15:22:12   STENBOL - Dayikên Şemiyê xwestin faîlên Ayten Ozturk a 31 sal berê ewilî hat revandin û piştre bi îşkenceyê hat qetilkirin bên dîtin û darizandin.     Dayikên Şemiyê ji bo aqubetên windayan bipirsin û faîl bên darizandin li ser înternetê çalakiya xwe ya heftane ya 937’emîn li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqubeta Ayten Ozturk a ku di 27’ê tîrmeha 1992’an de bi wesayîta ku 4 kes têde bûn û ji aliyê walîtiyê ve hatibû girtin hate revandin û piştî 13 rojan li qadeke vala ya li herêma Kartaltepe Karşiyaka ya Xarpêtê bi awayekî definkirî hate dîtin hate pirsîn. Nivîsa bi serenavê “Em ê Ayten Ozturk û kesên ku di sûcê windakirina bi darê zorê de şirîk in ji bîr nekin” a têkildarî aqûbeta Ozturk, xwişka nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê di sala 1993’an de hat qetilkirin Ayşe Tepe xwend.    BAL KIŞAND SER ÊRIŞÊN NIJADPEREST   Tepe, di axaftina xwe de bal kişand ser maça Amedspor û Bûrsaporê ya çend roj berê di bin êrişên nijadperest de hate lîstin. Tepe maça ku alîgirên Bursasporê wêneyên endamê JÎTEM’ê Mahmût Yildirim ê bi nasnavê “Yeşîl” ku bûbû sedema qetilkirina bi hezaran kurdan û wêneyên “Torosên Spî” ku JÎTEM’ê mirov pê direvandin û qetil dikir, vekirin, weke êrişeke birêxistinî nirxand.    ‘XWEDÎ LI FERASETA TARÎ DERKETIN’   Tepe, bi lêv kir ku bi êrişên organîzekirî xwedî li hişmendiya tarî ya salên 90’î hate derketin û got: “Ev yek peyama ‘Me ev sûc kirin, em li vir in, em ê dîsa bikin’ e. Ji bersûcên li dijî sûcê mirovahiyê tên darizandin li wan tê gerîn re peyama ‘hûn tên parastin’ e.”   Tepe pişt re çîroka pêvajoya revandin û qetilkirina Ozturk vegot.