Girtîgeha Çankiriyê hate valakirin 2023-03-11 15:32:02   ENQERE - Girtîgeha Tîpa E ya Çankiriye ji ber xetereya hilweşînê hate valakirin û girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin.    Girtîgeha Tîpa E ya Çankiriyê di çarçoveya bergiriyên erdhejê hate valakirin. Girtî jî sewqî girtîgehên derdorê hatin kirin. Serdozgeriya Komarê ya Çankiriyê têkildarî mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Dozgeriyê da zanîn ku girtîgeh ji sala 1938’an ve “xizmetê” dike û di çarçoveya bergiriyên piştî karesata erdhejê ya Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan û Wezareta Dadê ve hatiye valakirin û girtî sewqî girtîgehên derdorê hatine kirin.    AMED Û ÇEWLIG JÎ HATIBÛN VALAKIRIN    Di çarçoveya bergiriyên erdhejê de Girtîgeha Tîpa M a Çewligê ku di sala 1992’yan de hatibû vekirin û Girtîgeha Tîpa D a Amedê ku di sala 2003’yan de hate vekirin jî hatibûn valakirin. Girtî sewqî girtîgehên bajarên cuda hatibûn kirin.