Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 47 hezar û 975'an 2023-03-11 18:54:34   NAVENDA NÛÇEYAN - AFAD'ê dauxyand ku hejmara kesên ji ber erdhejên Mereşê jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 47 hezar û 975'an.   Serokê AFAD'ê Yûnûs Sezer daxuyand ku hejmara kesên ji ber erdhejên Mereşê jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 47 hezar û 975'an û milyon û 800 hezar welatî di kon û konteyneran de dimînin. Her wiha Sezer daxuyand ku ji kesên jiyana xwe ji dest dane 6 hezar û 278 jê biyanî ne.