Bi eşkerekirina roja hilbijartinê re qeyûm dest bi firotina milkên şaredariyê kir 2023-03-12 09:04:30   MÊRDÎN - Piştî ku Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan dîroka hilbijartinê diyar kir, qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê gelek mal û milkên şaredariyê da ber firotinê.    Piştî ku Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan daxuyand ku dê hilbijartinên giştî yên 2023'yan di 14'ê gulanê de bên çêkirin, qeyûmê Şaredraiya Bajarê Mezin a Mêrdînê beriya hilbijartinan gelek mal û milkên şaredariyê dan ber firotinê. Rêveberiya qeyûm Mahmût Demîrtaş, 11 mal û milkên şaredariyê yên ku qeyûmê berê Mûstafa Yaman xwestibû wan bifiroşe, lê ji ber bertekan firotina wan hatibû betalkirin, cardin da ber firotinê. Li gor îlana îhaleyê ya qeyûm, ev mal û milk dê bi" Usûla Teklîfa Girtî" bên firotin.    Mal û milkên ku qeyûm dixwaze wan bifiroşe 10 jê li navçeya Artûklûyê ne û yek jê jî li navçeya Midyadê ye.    Lîsteya mal û milkên ku qeyûm dixwaze wan bifiroşe bi vî awayî ye:   "Taxa Akçakaya ya Midyadê 101 ada parselên bi hejmara 180, 181, 182: 48 milyon TL  Taxa Acarê ya Artûklûyê 123 Ada, parsela hejmara 1: 3 milyon 305 bin TL  Taxa Acarê ya Artûklûyê 124 Ada, parsela hejmara 1: 3 milyon 309 bin TL Taxa Acarê ya Artûklûyê 125 Ada, parsela hejmara 1: 2 milyon 845 bin TL Taxa Acarê ya Artûklûyê 126 Ada, parsela hejmara 1: 4 milyon 520 bin TL Taxa Acarê ya Artûklûyê 131 Ada, parsela hejmara 1: 5 milyon 930 bin TL Taxa Acarê ya Artûklûyê 132 Ada, parsela hejmara 1: 6 milyon 705 bin TL Taxa Acarê ya Artûklûyê 133 Ada, parsela hejmara 1: 8 milyon 45 bin TL  Taxa Acarê ya Artûklûyê 134 Ada, parsela hejmara 1: 8 milyon 200 bin TL  Taxa Acarê ya Artûklûyê 135 Ada, parsela hejmara 1: 6 milyon 700 bin TL Taxa Acarê ya Artûklûyê 141 Ada, parsela hejmara 1: 8 milyon 665 bin TL"   MA / Ahmet Kanbal