Kirikhanî ava vexwarinê dixwazin! 2023-03-12 09:10:25   HATAY - Kirikhaniyên ku ji ber erdhejê nikarin biçin malên xwe, diyar kirin ku hê jî pirsgirêka avê didome û pirsîn ku ava di depoyan de çima nayê belavkirin.    Li Taxa Gunduzê ya navçeya Kirikhan a Hatayê, ava mexdûrên erdhejê yên di konan de tune ye. Welatiyên ku xaniyên wan xesar dîtine û ji ber vê li Kolana Îskenderûnê di konan de dimînin, xwestin ava vexwarinê bê peydekirin.    'AFAD TUNE YE, AV TUNE YE'   Sevîm Hasanê anî ziman ku xaniyê wan hilweşiyaye û dilxwaz avê ji wan re tînin û got: "Em di konan de dimînin. Lê me alîkarî nedîtine. Niha herî zêde pêdiviya me bi avê heye. Dibêjin di avê de madeyên jehrî hene, venexwin. Dibe sedema nexweşînê. Gava ez ava kaniyê vexwim, dê pençeşêr li min peyde bibe. AFAD tune ye. Ez bûm çi, em ê bibin çi? Xwedê kesî muhtac neke. Mirovahî nemaye, yê ku tê derba xwe li me dixe."    'JI BO KIRIKHANÊ YA PÊWÎST AV E'   Jina bi navê Yuksel Demîrê jî destnîşan kir ku niha herî zêde pêdiviya Kirikhanê bi avê heye û got: "Av bivê nevê ye. Em avê dixwazin. Av ji me re nayê. Herî zêde pêdiviya me bi ava vexwarinê heye. Bi îtfaiyeyê avê tînin, lê ew av nayê vexwarin. Ava vexwarinê tune ye. Piştî 5 rojên ewil av qet nehat Kirikhanê. Em avê dixwazin."    'KON TUNE, EM BI TIRS LI MALÊ DIMÎNIN'   Kudret Karahalhasliyê jî diyar kir ku erdhejokan tim tirs li ser wan heye û got ku ji ber ku kon nedane wan ji bêgavî li mala xwe dimînin. Karahalhasli ev tişt bilêv kirin: "Çend roj berê erdhej çêbû, lê ji ber ku kon tunebûn em li derve man û hindik mabû em nexweş bikevin. Me serî li keya da, ji bo kon bîne. Keya got, kon bi dest nakevin.' Ji ber ku kon tune em li malê dimînin, lê em ditirsin. Roj heye em nikarin razên, ji bo zarokan."    Karahalhasliyê diyar kir ku ji bilî konan pêdiviya wan bi avê jî heye û wiha got: "Ava me ya vexwarinê tune. Pêdiviya me bi ava vexwarinê heye."   AV TUNE PÊXWARINÊ ÇÊKIN   Huseyîn Hancîoglu diyar kir ku ji bo serşûştinê, firaqşûştin û cilşûştinê divê bi tankeran av bê û got: "Em ava vexwarinê jî dixwazin. Em nikarin ji bo xwarinê avên din bi kar bînin. Em ava xwe dixwazin, ava me tune ye, wekî din em tiştekî naxwazin."    'NE AFAD NE JÎ KIZILAY HEYE'   Mûrat Guler jî bilêv kir ku di erdhejê de xaniyê wan û kargeha wî hilweşiyane lê ji dewletê rayedarek nehatiye li halê wan nepirsiye û got: "Ez bawer dikim ku Komara Tirkiyeyê ew qasî mezin e. Lê ne AFAD ne jî Kizilay kes nehatiye prisek jî nekirine. Em tî û birçî ne. Ez bi xwe, bi derfetên xwe diçim nan û avê dikirim."    Guler got ku li navenda AFAD'ê her tişt heye, lê dîsa jî tiştek li gel nayê belavkirin.    NIKARIN XWE BIGIHÎNIN RAYEDARAN   Guler daxuyaniyên rayedaran bibîr xist ku dibêjin av digihê her derî û axaftina xwe wiha qedand: "Ez dibînim ku av û her tişt zêde ye. Lê çima nadin van mirovan. Min li çewliga me ya Kûrtlûsogûksû Fîdanê (navendeke AFAD'ê li wir e) bi çavê xwe dît. Lê em nikarin xwe bigihînin tu rayedaran. Çima tiştên li wir nayên belavkirin. Me ne Kizilay ne jî AFAD'ê dît. Me tu kes nedît."    MA / Mujdat Can - Eylem Akdag