Bi hezaran kesan Komkujiya Gaziyê protesto kirin 2023-03-12 13:08:33 STENBOL – Bi hezaran kes ji bo protestokirina Komkujiya Gaziyê hatin ba hev û xwestin ku berpirsyarên komkujiyê bên cezakirin.  Platforma 12’ê Adarê, bi boneya 28’emîn salvegera Komkujiya Gaziyê ku di 12’ê adara 1995’an de li Taxa Gaziyê hatibû kirin, li pêşiya Weqfa Perwerde û Çandê ya Gaziyê (Cemxane) hatin ba hev. Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) jî li pêşiya Rêxistina Navçeya Sûltangaziyê hate ba hev û heta pêşiya cemxaneyê meşek li dar xist. Di meşê de gelek caran dirûşma “Hezar silav bo kesên li Gaziyê ketin û şer kirin” hate berzkirin. Polîsan hewl dan nehêlin endamên partiyê dirûşman berz bikin lê belê endamên partiyê heta cemxaneyê meşiyan. Endamên partiyê bi al, flama û dovîzan xwe gihandin pêşiya cemxaneyê. Li vê derê polîsan dest danîn ser dovîzên “Dewleta kujer” û “Dewletê kuşt”. Gelek endamên Kaldariçê jî bi meş û dirûşman xwe gihandin pêşiya cemxaneyê.    Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Mûsa Pîroglû û nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li çalakiya bîranînê bûn.    MEŞA GIRSEYΠ   Girseyê demek piştre ber bi cihê ku gelek kes lê hatibûn qetilkirin ve dest bi meşê kir. Di dema meşê de wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin û pankarta “Ji Gaziyê heta Umraniyê em edaletê dixwazin” hate vekirin. Navên qurbaniyan yek bi yek hatin xwendin û dema dihat xwendin jî girseyê bi yek dengî digot; “Dijî.” Di meşê de her wiha navên bajarên erdhejê lê çêbûbû jî hatin xwendin. Di wê navberê de beşdaran dirûşma “Hikûmet îstîfa bike” berz kirin. Girseyê û malbatên qurbaniyan qurnefîl danîn Parka Huseyîn Altin.    ARMANC ÇI BÛ?    Birayê yek ji qurbaniyan Dîlek Şîmşek ê bi navê Erkan Şîmşek di bîranînê de axivî û wiha got: “Kesên nasnameyên wan nediyar, qiraetxane û pastaxane gulebaran kirin. Ev êriş, ji bo xelkê Gaziyê ne êrişên ewil bûn. Zext û teror tu carî li ser serê Gaziyê kêm nebû. Kujerên destbixwîn armanc dikirin ku gel bi hev bidin qirkirin û şerê elewî-suniyan derxînin. Lê xelkê Gaziyê guh neda van provakasyonan û bi armanca kesên ev êriş didan kirin dizaniyan. Dixwestin muxalefeta şoreşger a Gaziyê têk bibin û gefê li tevahiya gelê şoreşger û demokrat bixwin.”    BERPIRSYARÊN KOMKUJIYÊ   Şîmşek, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Kujer, pir bi rehetî di nava polîsan de xwe berze kirin. Li ser vê yekê gel ber bi qereqolê ve çû. Di vê navberê de polîsan gel gulebaran kir. Di êrişê de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Pir eşkere bû bê ka kê ew êriş kirine. Lê kujer nehatin darizandin. Serokwezîra demê Tansu Çîler, Wezîrê Karên Hundir ê demê Nahît Menteşe, Serokê Daîreya Îstîxbaratê yê Midûriyeta Giştî ya Emniyetê yê wê demê Hanîfî Avci, Midûrê Giştî yê Emniyetê yê wê demê Mehmet Agar, Waliyê Stenbolê Hayrî Kozakçioglû, Midûrê Emniyetê yê Stenbolê Necdet Menzîr û tetîkkêşên wan ji vê komkujiyê berpirsyar in û divê bên cezakirin.    Piştî daxuyaniyê jî girse heta Goristana Gaziyê meşiya. Piştî meşê, girseyê qurnefîl danîn ser goran.