Piştî 30 salan hate berdan: Dê têkoşîna me bidome 2023-03-12 13:39:08   BALIKESIR - Hasan Beyret ku li Girtîgeha Burhaniyeyê dihat ragirtin, piştî 30 salan hate berdan. Beyret ê ku bi çîçekan hate pêşwazîkirin wiha got: “Ji bo jiyaneke demokratîk dê têkoşîna me bidome.”    Hasan Beyret ku li Girtîgeha Tîpa T a Burhaniye ya Balikesîrê dihat ragirtin, piştî 30 salan hate berdan. Beyret, li pêşiya girtîgehê ji hêla rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û Rêxistina Partiya Demokratîk (HDP) a Ayvalikê bi  çîçekan hate pêşwazîkirin.    Beyret, di sala 1993’yan de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hate binçavkirin û di Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) de hate darizandin. DGM’ê, bi îdiaya “Parçekirina yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê da Beyret. Beyret, di pêvajoya 30 salan de li gorî rêzê li girtîgehên Amed, Edene, Ceyhan, Sêrt, Kirikkale û herî dawî jî li Girtîgeha Burnaniyeyê ma. Beyret, di 20 saliya xwe de hate girtin û niha 50 salî ye. Beyret, dema ji girtîgehê derketî wiha got: “Em 30 salan rastî zilmê hatin. Lê me tu carî serî netewand, gavek paşve neavêt, her tim li dijî zilmê sekinînin. Girtina me, girtinekî şexsî nebû. Bi sala ye zilm li gelê kurd tê kirin. Ji ber ku em li dijî vê zilmê derketin lewma hatin girtin. Dê têkoşîna me heta serkeftinê bidome. Dê têkoşîna me ya ji bo jiyaneke demokratîk bidome.”    Piştre jî Beyret dê ber bi bajarê xwe Nisêbînê ve bikeve rê.