Di salvegera 19’an de qurbaniyên Komkujiya Qamişloyê hatin bibîranîn 2023-03-12 15:39:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Qurbaniyên Komkujiya Qamişlo û Serhildana 12’ê Adarê li Qamişlo, Girê Spî û Kantona Şehbayê ji hêla bi hezaran kesan ve hatin bibîranîn.    Bi sedan şêniyên pêkhateyên kurd û ereb li Goristana Taxa Qidurbeg a Qamişloyê kom bûn û qurbaniyên Komkujiya Qamişlo û Serhildana 12’ê Adarê bi bîr anîn. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); di çalakiya bîranînê de endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Qamişloyê Hesne Remo axivî û qurbaniyên serhildanê bi bîr anî.    ‘BI SAYA HEVGIRTINÊ PLANA REJÎMÊ TÊK ÇÛ’   Li ser armancên komploya ku di 2004'an de li dijî gelê kurd pêk hatiye jî Hesne Remo ev tişt anî ziman: “Rejîma Sûriyeyê hewl da fitneyeke mezin derxe û projeyên xwe li dijî gelê kurd pêk bîne. Lê bi saya yekitî, hevgirtin û ruhê serhildanê planên wê bi bin ketin. Li ser gorên şehîdên serhildanê îro hemû pêkhate di bin sîwana xwişk û biratiya gelan û neteweya demokratîk ku Rêber Abdullah Ocalan pêş kêş kiriye kom bûne. Em soz didin şehîdên xwe ku dê li ser şopa wan bin.”    ‘DÊ TÊKOŞÎNA ME YA LI DIJÎ FITNEYÊ BIDOME’   Piştre jî bi dehan şênî û malbatên şehîdan berê xwe da Goristana Şehîd Delîl Saroxan. Li wir endamê PYD'ê Şerîf Hecî Mehmûd axivî û got ku serhildan bû bingeha Şoreşa 19'ê Tîrmehê. Bi domdarî Mehmûd wiha got: “Tiştê li Qamişloyê û yê li dijî mafên gelê kurd pêk hatiye, dewleta tirk li bakurê Kurdistanê li dijî Amedsporê pêk tîne û armanc heman e ku fitneyê di nava gelan de derxin. Şoreşa 19'ê Tîrmehê îspat kir ku Sûriye ya hemû pêkhateyan e û dê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî fitneyan têbikoşin û Sûriyeyek demokratîk a nenavendî ava bikin."   LI CIHÊ KOMKUJIYÊ BÎRANÎN   Piştre jî girseya gel berê xwe da Yarîgeha Şehîdên 12'ê Adarê. Li wê yarîgehê komkujiyek pêk hat û veguherî serhildanekê û li tevahî herêmên Rojava, Heleb, Şam û Reqayê belav bû. Li qada Yarîgeha Şehîdên 12'ê Adarê merasîma salvegera 19'an a komkujî û Serhildana Qamişloyê destpê kir. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi dirûşma “Bi ruhê Serhildana 12’ê Adarê em ê dagirkeriyê têk bibin û bi vîna gelan em ê bi ser bikevin" merasîm lidar xist. Şandeyên ji bajar û navçeyên cuda yên herêma Cizîrê û girseya şêniyên serdana gorên li Taxa Qidorbegê û Goristana Şehîd Delîl Saroxan kiribûn, beşdar bûn.   HEMÛ GELÊN HERÊMÊ TEV LI BÎRANÎNÊ BÛN   Her wiha di merasîmê de pêkhateyên herêma Cizîrê û Dêrazorê yên ji kurd, ereb, suryan û ermen, nûnerên ji saziyên siyasî, sivîl, jin, ol, ciwan û nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, şêx û rûspiyên eşîran û tîmên herêma Cizîrê û Dêrazorê beşdar bûn.   Merasîm bi muzîka ji hêla koma Serdemê ve û sirûda kurdî Ey Reqîb dest pê kir. Piştre li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê û Kongra Star axaftin hatin kirin.   Tê payîn tîmên Dêrazor û Cizîrê maçekê bilîzin.   GIRÊ SPÎ   Bi heman boneyê, Meclisa Kantona Girê Spî û Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê jî daxuyanî dan.    Meclisa Kantona Girê Spî li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da û ji hêla Endama Komîteya Jinan a Meclisê Medîne Muslim ve hat xwendin. Endamên komîteyê, saziyên Kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê jî beşdarî daxuyaniyê bûn.  Di daxuyaniyê de hat gotin ku armanca rejîmê ew bû ku herêmê lawaz û parçe bike. Her wiha Meclisê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev serhildan bû çirûska yekemîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê. Meclisê destnîşan kir ku komkujî veguherî serhildanê û ev tişt anî ziman: “Hikûmeta Şamê hîna bi heman zîhniyetê tevdigere û hewl dide fîtneyê têxe navbera xelkê herêmê.”    DAXUYANIYA DESTEYA CIWANAN   Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê de jî li Yarîgeha Dostaniya Kobanê û Norwêcê daxuyanî da û daxuyanî ji hêla Endama Rêveber a Desteyê Yara Nebî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de 12'yê Adarê weke dendika Şoreşa Rojava hat nirxandin.    KANTONA ŞEHBAYÊ   Meclisa Malbata Şehîdan a Efrîn-Şehbayê jî bi heman boneyê, li ber avahiya xwe ya li Til Qerahê daxuyanî da. Daxuyaniya bi kurdî Dilovan Elo û ya bi erebî jî Emîne Osman xwend. Di daxuyaniyê de ji ewil qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn û hat gotin ku beriya 19 salan, li kela berxwedanê ya Qamişloyê serhildanekê dest pê kir û ev tişt hatin gotin: “Serhildana 12’yê Adarê bû bingeha Şoreşa gelan, bû bingeha ruhê berxwedan û têkoşînê. Banga me ji bo hemû rêxistinên mafan ew e ku rê li ber zordestiyê bigirin.”