Li Rojava agirê Newrozê yê ewil hat vêxistin 2023-03-12 22:56:32 QAMIŞLO - Li Qamişloyê agirê Newrozê hat vêxistin û govend hat gerandin.   Li bajarê Qamişloyê agirê yekemîn ê Newroza îsal hat vêxistin. Meşelaya Newrozê li pêşiya komîngeha Şehîd Adil Lewend a li Taxa Kornîş ji aliyê dayika gerîlayê HPGʹê Şehîd Adil Lewend, Terfa Mûsa ve hat vêxistin.   Bi dehan şêniyên taxê li derdora agir govend gerand.