Dîroka li Girnewas tê talankirin 2023-03-13 09:02:21   MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê Girnewas ku wek cihek pîroz tê dîtin, ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve tê kolandin û ev yek rê li ber fikarên xelkê navçeyê vekir.    Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Girnewas wek cihek pîroz û dîrokî tê zanîn û hildane bin parastinê. Hin kesên nasnameya wan nediyar çend roj berê li wir hin cih kolandine. Li hin cihên ku pir nehatine kûrkirin, parçeyên cer li wê naverastê bale dikişînin ser xwe. Nehat zanîn ku kolandin bi çi sedemê hatiye kirin. Li gel ku welatiyan derbarê mijarê de gilî kirine jî lê tu daxuyaniyek fermî derbarê bûyerê de nehat dayîn.    Kolandina li girikê ku wek “Girê Cinan” jî tê zanîn welatiyên navçeyê xist nava fikaran.    DÎROKEK TÊ TUNEKIRIN   Ji şêniyên Nisêbînê Alaaddîn Aslan diyar kir ku Girnewas wek ziyaret tê qebûlkirin û bi taybetî rojên çarşeman serdan pir tên kirin. Aslan anî ziman ku ev girik cihek dîrokî ye û wiha got: “Lê mixabin ev cihê dîrokî bêxwedî tê hiştin. Li her aliyê gir çop heye. Mêvanên min hatibûn û em bi hev re hatin vir. Ez li ser gir hinek geriyam, min ferq kir ku kolandin li van deran hatiye kirin. Nû hatine kolandin. Bi zanebûn hin cih hatine diyarkirin û kolandin. Dilê meriv li ser vir diêşe. Cihekî dîrokî ye û dîrok tê wêrankirin. Bêxwedî hiştina dîrokê min xemgîn kir. Ez ji gelê me dixwazim ku parastina vir bikin.”