Baroya Wanê giliyê berpirsên binpêkirinên erdhejê kir 2023-03-13 09:03:39 WAN - Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz diyar kir ku wan giliyê binpêkirin, xemsarî û bêhiqûqiyên di erdhejê de qewimîne kirine û got: “Heke hemû tawanbar bên cezakirin, dê edalet bicih were.”    Erdhejên ku navenda wê navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Mereşê bûn çêbûn, Mereş jî di nav de li 11 bajaran rê li ber karesatek mezin vekir. Bi deh hezaran kes canê xwe ji dest da û hilweşandinek mezin qewimî. Nîqaşên li ser berpirsiyarên bûne sedema hilweşandin û mirinan dewam dike. Baroya Wanê û OHD’a Wanê li bajarên erdhejê tespît û çavdêriyan kirin û rapora amade kirin di 10’ê adarê de bi raya giştî re parve kirin û di raporê de hat gotin ku hilweşandin di bin berprisiyariya dewletê de pêk hatiye.    GILÎ KIRINE    Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz têkildarî rapora amade kirine axivî û destnîşan kir ku heta ku berpirsiyarên hilweşînê û xemsariyê neyên darizandin dê edalet jî bicih neyê. Ozaraza diyar kir ku di encama tespîtên wan li herêmên erdhejê kirine de derbarê berpirsiyaran de gilî kirine û wiha got: “Me derbarê polîs û leşkerên ku di bin navê ‘dizî û talanê’ de li welatiyan xistine gilî kir. Her wiha me derbarê Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag û kesên ku dîmenên îşkenceyê bi kêfxweşî parve kirin û rê li ber dijminatiya penaberan vekir de jî gilî kir.”    Ozaraz anî ziman ku derbarê faîlên ku hewl dane zarokên winda û bêrefaket birevînin de bên tespîtkirin da ku pêvajoya hiqûqê bê destpêkirin, gilî kirine. Ozaraz da zanîn ku têkildarî giliyên ku kirine de jî lêpirsîn hatine detpêkirin.    'TAWANBARÊN RASTÎ DIVÊ BÊN CEZAKIRIN’    Ozaraz diyar kir ku lêpirsîn tenê derbarê muteahîdan de tê birêvebirin û got: “Tabloyek ku mîna ku edalet bicih hatiye, xêz dikin. Em dibêjin ku lêpirsîn xelet tên birêvebirin. Heke tenê lêpirsîn li ser muteahîdan bê birêvebirin, dê edalet bicih neyê. Heke hemû tawanbarên rastî bên cezakirin, dê edaleta rasteqîn bicih were.”    MA / Cengîz Ozbasar – Bêrîvan Kûtlû