Tîma lêgerîn-rizgarkirinê ya biyanî ji bo ‘şewbê’ hişyarî da 2023-03-13 11:09:22   ENQERE - Berdevkê Koma IsraAID’ê Shachar May ku ji Îsraîlê bo xebatên lêgerîn-rizgarkirinê hatibû herêma erdhejê, diyar kir ku di mijara alavên hîjyenê û ava paqij de pirsgirêk hene û ji bo şewbê jî hişyarî kir.    Piştî erdhejên Mereşê, ji gelek deverên cuda yên cîhanê tîmên lêgerîn-rizgarkirinê hatibûn herêma erdhejê. Ji rakirina kavilan heta xizmetên tenduristiyê, ev tîmên navborî tev li gelek xebatan bûn. Endamên Foruma Alîkariya Însanî ya Navneteweyî ya Îsraîlê (IsraAID) û Koma Rizgarkirina Karesatên Xwezayî ya Navneteweyî (Spanya-USAR) têkildarî rewşa li herêmên erdhejê lê rast hatine û pêdiviyên heyî axivîn.    Ji personelên USAR’ê Juan Rama da zanîn ku di 8’ê sibatê de tevî 15 personel û 2 kûçikên kesên sax hîs dikin hatine herêmê û wiha got: “Em li Nûrdagi û Islehiye yên Dîlokê û Kirikhan a Hatayê xebitîn. Karesateke mezin bû. Tevî trajediyeke ewqas mezin jî, em bûn şahid ku xelk pir bihêz xuya dikir û berxwedêr bû. Di hêla xwarin û cihê mayînê de alîkarî dan hev. Her wiha xwarin û vexwarinên germ dan me. Piştevaniya gel hêjayî pîrozkirinê ye. Di wê baweriyê de me ku ev herêm dê bi piştevaniya gel dîsa bên avakirin.”    'DEWLET ORGANÎZE NEBÛ’   Berdevkê Koma IsraAID’ê Shacher May jî diyar kir ku li gel komeke ji 8 kesan, 36 saet piştî erdheja duyemîn xwe gihandine Dîlokê û ev tişt anî ziman: “Di çend rojên ewil de em li Mereşê man. Em gelemperî li ser mijarên weke ava paqij, piştgiriya psîkososyal, lojîstîk û alavan sekinîn. Piştre jî em derbasî Edeneyê bûn. Em li Hatay, Mereş, Dîlok û Osmaniyeyê man. Dewletê xebateke bi organîze nekir lewma karesata heyî mezintir bû. Em bûn şahid ku bêyî ceyran û germî hebe, gelek kes li ber sermayê diman. Her tim pirsgirêka peydakirina av û xwarinên paqij hebû. Bûm şahid ku mirov hewl didan xwe germ bikin, agirek vêdixistin û heta serê sibehê xwe li bendê digirtin bê ka dê xizmên wan sax derkevin an na. Ji her alî ve rewşekî zehmet bû. Min tiştekî wiha qet nedîtibû. Mirovan alîkariya hev dikir û ji vê gelek bibandor bûm. Kesên malbatên xwe winda kirin bi dilxwazî wergêr dikirin.”    May, axaftina xwe wiha qedand: “Divê em ji bo herêmê li ser mijara alavên hîjyenê bisekinin. Hîjyena şexsî pir zehmet bû û heke şewbek derkeve dê ev yek rê li ber krîzeke duyemîn veke. Me li nêzî 600 malbatan kîtên hîjyenê belav kirin. Me kon belav kirin û tilûmên xwe belav kirin. Divê em derbasî piştevaniya psîkolojîk bibin. Her wiha divê em li stargehên demkî girîngiyê bidin ava paqij. Divê em piştrast bin ku xelkê herêmê xwe digihîne ava paqij an na.”