Xaniyê ku 7 salan xebitî û çêkir hilweşiya: Em ê Samandagê ji nû ve ava bikin 2023-03-13 11:19:45   HATAY - Alî Kûbbe ku li derveyî welat 7 salan xebitî û xaniyê wî yê li Hatayê çêkir hilweşiya wiha got: “Em ê dîsa ji nû ve dest pê bikin. Em ê bi hev re Samandagê ji nû ve ava bikin. Em ê weke van kûlîlkan şîn bibin.”   Li navçeya Samandag a Hatayê ku di erdheja navenda Mereşê de 7 jê temamî hilweşiyan û gelek taxên wê jî hilweşîneke zêde çêbû, welatî birînên xwe derman dikin û ji bo avakirina ji nû ve mezinkirina hêviyên xwe didomînin. Yek ji welatiyên ku li Taxa Cumhuriyetê xanî û kargeha wî hilweşiya Alî Kubbe, di konteynira ku li baxçeyê li ser Cadeya Malîk Yilman a kirêkirî de dijî.    ‘EM Ê WEKE KULÎLKAN JI NÛ VE ŞÎN BIBIN’    Kubbeyê piştî hilweşînê di konteynirê de jiyana xwe didomîne, di sala 1981’an de dema tiştekî wî nebû, 7 salan li Erebîstanê di înşaetê de xebitî, xanî çêkir û kargehek ava kir. Xanî û kargeha Kubbeyê bi firotina malzemeyên înşaetê debara xwe dikir û li malbata xwe dinêrî jî hilweşiya. Tevî van hemû pêvajoyên zor û zehmet, Kubbeyê li ber konteynira tê de dijî kulîlkên ku hevjîna wî jê hez dike çandine wiha got: “Em ê weke van kûlîlkan ji nû ve şîn bibin.”   ‘ME QADÊN XWE YÊN JIYANÊ AVA KIRIN’    Kubbe, diyar kir ku ji vê erdhejê xerabtir tiştek çênabe û anî ziman ku zirara madî ya dix anî, kargeh û depoyên wan de qasî ku nayê pîvan zirareke mezin çêbûye. Kûbbe di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Tevî her tiştî em hewl didin xwe komî ser hev bikin. Me qada jiyanê ava kir.”    ‘DEWLET QELS MA’    Kûbbe, anî ziman ku roja ewil a erdhejê mexdûrên erdhejê li dewletê digeriyan û bi lêv kir ku saziyên dewletê yên weke şaredarî, leşkeriyê dereng man. Kûbbe, da zanîn ku bi hewldanên xwe bi şikandina dîwaran dişa xwe û keça xwe xelaskirin û wiha pê de çû: “Dewletê pratîkeke nebaş nîşan da, qels ma.” Kûbbe yê ji ber piştevaniyê spasiyên xwe pêşkeşî dilxwazan kirin ev tişt gotin: “Gelek erzak û alîkarî ji Samandagê re anîn.”   ‘BI HEV RE WÊ DÎSA WERE AVAKIRIN Û JI NÛ VE ŞÎN BIBE’   Kûbbe, anî ziman ku tevî hemû neyiniyan wê Samandagê terk nekin. Kubbe, yê kulîlkên ku li ber konteynirê çandine nîşandan wiha got: “Beriya niha çawa ji destpêkê dest pê kir û ava kiribe em ê vî bajarî dîsa ava bikin. Lê hin mirov bajarî diterikînin. Divê terk nekin. Samandag wê weke van kûlîlkan ji nû ve şîn bibe. Ev der bajarekî xêrxwaz û demokrat e. Dê bi hev re wê dîsa were avakirin û şîn bibe. Bêyî alîkariya dewletê belku zehmet bibe lê dîsa dê were avakirin. Tespîta zirar û xesarê xwestin lê nêrîn. Dê çiqasî bidin em nizanin ew jî karê axaya ne.”   MA / Mujdat Can - Eylem Akdag