Masal a pitik û malbata wê di konekî de têkoşîna jiyanê didin 2023-03-13 12:23:59   EDENE - Malbata pitika bi navê Masal ku bi dayika xwe re piştî 56 saetan ji bin kavilan hatin derxistin, li Edeneyê di konê baxçeyê mala xizmekî xwe de hatiye vedan têkoşîna jiyanê didin.     Pitika bi navê Masal ku piştî 56 saetan bi dayika xwe re di bin kavilê Apartmana Yenîşehîr ya Bûlvara Hikumetê ya navenda Mereşê de hatin derxistin, piştî dermankirina xwe ya li Mêrsînê bi malbata xwe re hate Edeneyê. Pitik Masal û malbata wê ku ku li baxçeyê mala xizmekî xwe yê li navçeya Sariçamê bi kon û alîkariyên ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hatiye vedan de dimînin.     Pîra Masalê Bîrsen Urunlu, diyar kir ku di erdheja ewil de avahiya wan nehilweşiya lê dema dixwestin cîranên xwe yên di avahiyê de mabûn xelas bikin erdheja duyemîn çêbû û di encama hilweşîna avahiyê de di bin kavilan de man. Urunlu anî ziman ku avahiya wan 10 qatî bû, ew di qata 6’an de bûn, keça wê û neviya wê jî di qata 5’an de 56 saetan di bin kavilan de man û da zanîn ku piştî avahî hilweşiya zavayê wê bi wê re 9 kes ji bin kavilan sax derxistin.    ‘HER TIŞT DI GOTINÊ DE MA’   Urunlu, diyar kir ku 3 rojan li ser kavilan li benda xelaskirina keç, nevî û kurê xwe bû, nevî û keça wê piştî 56 saetan ji bin kavilan sax û cenazeyê kurê wê hatin derxistin. Urunlu, da zanîn ku 3 rojan tu alîkarî nehat û mirovan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan. Urunlu, destnîşan kir ku tîmên di roja duyemîn a erdhejê hatin serdana kavilan kirin û bi gotina “ev kavilekî mirî ye” xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nekirin. Urunlu, da zanîn ku li ser kesekî ku di bin kavilê digotin ‘mirî ye’ li malbata xwe geriya û got dijî, li wir dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kirin.    Urunlu, anî ziman ku 3 hefte ne li Edeneyê li ba xizmekî xwe dimînin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Derekî ku em biçinê nîne. Tu tişta me nîne. Em niha nizanin ka dê çi bikin. Min cenazeyê kurê xwe jî nedît. Ez bawer nakim ku kurê min mirî ye. Kurê min da bibe 22 salî. Min ew nedît. Tiştek bi me nekirin. Em li nexweşxaneyê bûn me tu alîkarî negirt. Ez ê biçim Mereşê hêj min gora kurê xwe nedîtiye. Niha derfetekî min nîne. Ji roja erdhejê ve ez û neviya xwe nikarin razin. Em di bin kon dimînin wekî din çareyeke me jî nîne.”   MA / Hamdûllah Yagiz Kesen