Ferît Şenyaşar: Îktîdar bila ji ewil li pêşiya edliyeyê binêre û piştre qala edaletê bike 2023-03-13 12:42:59   RIHA - Ferît Şenyaşar di çalakiya Nobeta Edaletê de qala pêvajoya hilbijartinê kir û wiha got: “Gelo dê yek ji sozên namzetê serokkomariyê yê îktîdarê bibe edalet an na? Îktîdar beriya ku qala edaletê bike, bila ji ewil li pêşiya Edliyeya Rihayê binêre û piştre vê gotinê bike.”   Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 721’an de berdewam dike.  Malbat, îro di danê sibehê de ji Pirsûsê hat ber deriyê Edliyeya Rihayê û dest bi çalakiya xwe kir. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar Edalet” daliqand.    ‘BILA LI PÊŞIYA EDLIYEYA RIHAYÊ BINÊRIN’   Di çalakiyê de Ferît Şenyaşar axivî û bi bîr xist ku par di meha remezanê de rojiya xwe li ber deriyê edliyeyê vekirine. Şenyaşar bi domdarî wiha got: “Heke edalet pêk neyê, em ê îsal jî fitareya xwe li ber deriyê edliyeyê vekin. Di bingeha hemû baweriyan de edalet heye. Em li welatekî misilman dijîn. Rêveberên dewletê jî nimêjên xwe dikin û wisa xuya dike ku kesên bawermendin. Lê misilmantî tenê nimêj nîne. Bingeha Îslamê û hemû baweriyan edalet e.”   ‘GELO DÊ SOZA PÊKANÎNA EDALETÊ BIKIN?’   Bi domdarî Şenyaşar got ku dayika wî ev 2 sal in li ber deriyê edliyeyê daxwaza edaletê dike û axaftina xwe wiha qedand: “Deh roj piştre dê rojî dest pê bike. Dayik êdî westiyaye û dixwazî êdî fitareya xwe li mala xwe, li cem neviyên xwe veke. Lê heke edalet pêk neyê, em ê îsal jî fitareya xwe li ber deriyê edliyeyê vekin. Banga me li raya giştî ew e ku piştgiriyê bidin me. Li hêla din pêvajoya hilbijartinê nêz dibe. Gelo dê yek ji sozên namzetê serokkomariyê yê îktîdarê bibe edalet an na? Dê bikarin bibêjin em ê wekî hev nêzî her kes bibim û biedalet tevbigerim? Îktîdar beriya ku qala edaletê bike, bila ji ewil li pêşiya Edliyeya Rihayê binêre û piştre vê gotinê bike.”