Dê li qadan ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan biqîrin 2023-03-14 09:01:37 WAN - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, diyar kirin ku dê li qadên Newrozê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan biqîrin.    Newroza îsal dê li 43 deveran bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” bê pîrozkirin. Newroza îsal dê diyarî kesên di erdhejên Mereşê de jiyana xwe ji dest dane bê kirin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê ku bi kelecan li benda Newroza îsal in, bilêv kirin ku dê bi peyama ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li qadan bin.    COŞ Û KELECAN   Zekeriya Kaya diyar kir ku ji ber erdhejan bi awayekî dilşikestî Newrozê pêşwazî dikin û got ku Newroz ji bo wan "cejan vejînê" ye. Kaya wiha axivî: "Newroz gelek tişt e. Em bi coş û kelecan pêşwaziya wê dikin. Bang li hemû dayik û jinan dikim; kiras û fîstanên xwe li xwe bikin û dakevin qadan. Ev Newroz, dê bi xwe re yekitiyê bîne. Canên me canê xwe feda kirin ji bo Newrozê û ew ji bo me bûn sembol. Hêvîdar im, ev Newroz li cîhanê bibe dengê aştiyê."    ‘DÊ BIHARA RASTÎN BÊ'   Rabîa Algorê jî ku got "Newroz bihara me û cejna me ye", destnîşan kir ku kurdan ji bo Newrozê bedêlên giran dan. Algorê wiha domand: "Kesên ji bo gelê kurd agir berdan bedena xwe ji bo me gelekî girîng in. Cardin divê ji heft saliyan heta heftê saliyan her kes berê xwe bide qadên Newrozê.  Ên bên qadan dê bi êşa erdhejê bên. Ev Newroz dê pir cuda be û dê ji me re bihara rastîn bîne."    DAXWAZA JI BO 'AZADIYA FÎZÎKÎ YA OCALAN'   Asya Ozluyê jî bilêv kir ku dê di Newroza îsal de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan biqîrin û ev tişt anî ziman: "Ev Newroz, dê azadiya rêberê me bi xwe re bîne. Ez her sal bi coşeke mezin diçim Newrozê, lê îsal ji ber erdhejê em ê bi dilşikestî biçin. Lê dîsa jî divê her kes bi coşeke mezin berê xwe bide qadan."    Besna Aydoganê jî got: "Tevî ev qas êşan jî, em ê li qadan agirê Newrozê gur bikin. Di serî de rêberê me, Newroza hemû girtiyan pîroz dikim."    Têkildarî mijarê Perîşan Arslan jî wiha got: "Îşala dê Newroza îsal jî wekî Newrozên berê be. Bila Newrozê biharê bîne."    MA / Rûken Polat