Dengê mexdûrên erdhejê yên astengdar nehat bihîstin 2023-03-14 09:27:13   HATAY - Naîme Akçi ya astengdar ku çavên wê nabînin û li Hatayê rastî erdhejê hat, diyar kir ku bi tena serê xwe nikare biçe cihekî û got: "Ji kêliya ewil ve bi tu awayî dengê astengdaran nehat ragihandin."    Welatiyên ku li Kuçeya Aşagiyê ya Taxa Dogankoy ya navçeya Antakya ya Hatayê rastî erdhejê hatin, ji ber xaniyên wan xesar dîtine di konan an jî serayan de dimînin. Mexdûrên erdhejê yên astnegdar jî, li gor kesên asayî hîn bêtir mexdûr in. Jinên li taxê, anîn ziman ku hemû lazmatiyên wan ên sereke yên nav malê kêm in û di warê belavkirina pêdiviyan de kêmasî hene.    DENGÊ ASTENGDARAN NEHAT BIHÎSTIN   Naîme Akçi ya astengdar ku çavên wê nabînin got: "Çavên min nabînin. Xwişka min jî wisa ye. Me bi alîkariya hevalên xwe hejmara nasnameya xwe da. Lê kes nehat, li halê me nepirsî. Ne kon, ne jî tiştekî din nedan me. Gava kesek ne bi me re be em nikarinb için cihekî. Lê ji kêliya ewil ve bi tu awayî dengê astengdaran nehat ragihandin. Carinan wesayîta alîakriyê tê, lê dibêjin 'Çi karê te li vir heye.' Çavên wan nabare biskûvîtekê jî bidin."    Akçiyê diyar kir ku tevî birayên xwe di serayê de dimîne û got: "Rewşa me li ber çavan e, wekî hûn dibînin her tişt zehmet e. Xaniyê me xesar dîtiye. Pêdiviya me bi nivîn, kinc û hemû lazmatiyên nava malê heye. Pêdiviya me bi amûrên paqijiyê heye. Em nizanin em ê çi bikin."     ALÎKARÎ NAYÊN BELAVKIRIN   Xwişka Akçiyê ku ew jî astengdar e, diyar kir ku 12 kes di serayekê de dimînin û got: "Seraya me heye, lê têr nake. Di warê alîkariyan de pirsgirêk hene."    Dîlek Mûtlûyê jî bilêv kir keyayê gund di warê belavkirina alîkariyan de ne adil e û got: "Hevjînê min bi naylonan konek çêkir. Em li wir dimînin. Kon hene, lê keyayê me nade me. Ji bo serşûştinê ji bêgavî zarokên xwe dibin li xaniyê xesardîtî dişom. Li ser rê fêkîfiroşek me heye û avahiyeke pri xesardîtî li cem wê ye. Alîkarî, yên gel bi xwe ne."    Naîde Mûtlûyê jî got: "Em ji bo erzaq diçin, ne erzaq ne jî tu tiştî nadin me. Em deterjan dixwazin, dibêjin 'kaxeza tasdîqkirî bînin.' Em serê sibê saet di 6'an de dertên, heya 4'ê êvarî dimînin, tu tiştî nadin me û dibêjin 'qediyaye.' Tu tiştî nadin. Her tiştê me kêm e."     MA / Eylem Akdag