Mexdûrê erdhejê yê ku nexweşîna penceşêrê pê re heye konteynerê dixwaze! 2023-03-14 09:27:47 DÎLOK - Erol Ozerê 65 salî ku nexweşîna penceşêrê pê re heye û di erdhejê de kulîmeka wî şikestiye ü hevjina wi Hatice Ozer,  ji ber zor û zehmetiyên konan, doza konteynerekê kirin.    Li Taxa Haltanli ya navçeya Islahiye ya Dîlokê ku bandoreke mezin ji erdhejê girtiye, Hatîce Ozer (65) û hevjînê wê Erol Ozer (65) ê nexweşîna penceşêrê pê re heye, ji ber ku xaniyêw an xesar dîtiye di kon de dimînin. Erol Ozer bilêv kir ku roja erdhejê ji bo sihora rabûye û ji bo nan bikire çûye firinê, lê wê kêliye erdhej çêbûye û ji ber wê ketiye erdê û kulîmeka wî şikestiye.    KON PIŞTÎ 15 ROJAN HATIYE   Hatîce Ozerê diyar kir ku ancax piştî 4 rojan hevjînê wê birine nexweşxaneyê û got ku rojên ewil ji ber ku kon tune bûye, ew û hevjînê xwe ji bêgavî di xaniyê xesardîtî de mane. Ozerê got: "Ji ber ku em ditirsiyan têkevin hundir, em di axur de man. Me tim telefonî keya kir, lê ancax piştî 15 rojan kon hat. Ji ber ku kesekî me tune ye, cînaran alîkariya me kir û me bi vî awayî kon danî."    Ozerê bilêv kir ku di kon de bi gelek pirgsirêkan re rû bi rû ne û axaftina xwe wiha qedand: "Hê jî meselya daşirê didome. Hevjînê min nexweş e. Ji bêgavî em daşira malê bi kar tînin. Lê em ditirsin têkevin hundir. Gava baran dibare binî kon şil dibe. Nexweşîna penceşêrê bi hevjînê min re heye, divê bê dermankirin. Her wiha nexweşîna şekir jî pê re heye. Piştî erdhejê tansiyon jî lê peyde bû. Hevjînê min niha dikare rabe ser xwe, lê nikare hereket bike. Em nikarin di kon de bimînin. Û ji ber ku xaniyê me xesar dîtiye, em ditirsin têkevin xanî bila konteynerekê bidin me."    MA / Delal Akyuz