Odeya Bijîşkan: Pirsgirêkên di warê av, serşok û paqijiyê de çareser bikin 2023-03-14 09:29:03   SEMSÛR - Endamê Desteya Rêveber a Odeya Bijîşkan a Rihayê Kemal Yuksekkaya, destnîşan kir ku ger ku pirsgirêkên wekî av, serşûştin û paqijiyê yên mexdûrên erdhejê neyên çareserkirin dê nexweşîn zêde bibin û got ku çareseriya demborî konteyner in.    Li konan pirsgirêkên ava paqij, daşir, serşok û paqijiyê yên mexdûrên erdhejê didomin. Endamê Desteya Rêveber a Odeya Bijîşkan a Rihayê Kemal Yuksekkaya diyar kir ku demildest divê mexdûrên erdhejê li konteyneran bên bicihkirin û got ku pêdiviyên wan ên sereke bên peydekirin.    AV TUNE YE   Yuksekkaya ragihand ku ji roja ewil a erdhejê ve li qadê ne û bi awayekî dilxwaze di warê tenduristiyê de xizmetê dikin û got ku bûne şahidê gelek pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî. Yuksekkay da zanîn ku hê jî pirsgirêkên di warê xwarin, av û hêwirandinê de didomin û ev tişt anî ziman: "Piştî pirsgirêka hêwirandin ku di rojên ewil ên erdhejê de dest pê kir, vê carê pirsgirêka xwarinê dest pê kir. Mirov birçî man. Paşê pirsgirêkên wekî paqijî û avê dest pê kirin. Ev erdhej rê me da ku di karesat û pandemiyê de derfetên dewletê qîm nekirin. Pirsgirêkên wekî serşûştin, daşir, amûrên paqijiyê hene. Dibe ku li hin cihan qadên hevpar hatibin çêkirin. Bi taybetî divê ji bo jinan daşir û serşokên taybet hebin. Her wiha gelek jinên ducanî jî ji ber erdhejê zû zarok anîn. Li konbajaran gelek jinên ducanî hene. Ev, divê baş xwarinê bixwin. Divê xurekên kaloriya wan zêde û dermanên vîtamînê bixwin. Divê dem bi dem biçin ser bijîşk ji bo kontrolê û bên aşîkirin."   AŞÎKIRIN BI DERENGÎ KETIYE   Bi domdarî Yuksekkaya hişyar kir ku li cihên ku av lê kêm e dê şewbên wekî guriyê û spiyan dest pê bikin û wiha pê de çû: "Gava av kêm be û ne paqij be, em ê bi şewbên wekî guriyê û spiyan re rû bi rû bimînin. Gava ava paqij bi dest nekeve dê emelbûn dest pê bike. Her wiha li herêmên erdhejê pirsgirêka aşîkirinê jî heye. Aşî 35-40 rojî bi derengî ketine. Bi taybetî ji bo zarokan divê di warê nexweşînên wekî sorikê de tevdîr bên girtin."    ‘DIVÊ MEXDÛRÊN ERDHEJÊ LI KONTEYNERAN BÊ BICIHKIRIN'   Di berdewamê de Yuksekkaya destnîşan kir ku ji bo vê jî divê mexdûrên erdhejê li konteyneran bên bicihkirin û axaftina xwe wiha qedand: "Di konteyneran de serşok hene û pêdiviyên paqijiyê tên peydekirin. Divê pêdiviyên wekî av, ceryanê bên peydekirin. Divê li bajarên bi konteynaran konên tenduristiyê û revîrên tenduristiyê bên avakirin. Ger bivê divê nexweşxaneyên sahrayê bên avakirin. Divê di warê psîkososyalê de alîkariya welatiyan bê kirin."    MA / Zerrîn Sargût - Omer Akin