‘Divê girtî jî weke mexdûrên erdhejê bên qebûlkirin û tevdîr bên girtin’ 2023-03-14 09:36:09 ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen diyar kir ku yek ji beşa civakê ya ji erdhejê bibandor bûyî jî girtî ne û wiha got: “Divê girtî jî weke mexdûrên erdhejê bên qebûlkirin û Wezareta Dadê di vê çarçoveyê de tevdîran bigire.”    Li gorî daneyên fermî; di encama erdhejên Mereşê de 48 hezar û 448 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi erdhejê re girtî jî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû man. Li rexekê girtiyan nekarîn agahiyan ji malbatên xwe bigirin li rexa din jî bêyî destûr bê dayîn tiştên xwe bi xwe re bibin, bi lez û bez li girtîgehên cuda hatin sewqkirin. Li gel binpêkirinên mafan, her wiha girtî pirsgirêkên madî jî dijîn û malbatên wan ên ji erdhejê bandor bûne nikarin alîkariyê bidin wan.    Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen têkildarî xizaniya erdhejê bi xwe re aniye û bandora wê ya li ser girtiyan vegot.    REWŞA LI GIRTÎGEHAN   Çevîrmen, diyar kir ku kesên li herêmên erdhejê dijîn pir zêde xizan bûne û wiha got: “Gelemperiya girtiyên li herêmên erdhejê hatin sewqkirin. Piraniya wan sewqî deverên dûr hatin kirin. Girtiyên li Hatayê sewqî deverên cuda hatin kirin. Ji du zarokên malbatekê yek jê şandin Samsûnê û yê din şandin Bodrumê. Tu tiştekî malbatê nema ye. Nikarin pêdiviyên zarokên xwe pêşwazî bikin. Lê li girtîgehan her tişt bi pereyan tê firotin. Ji şimikê heta ceyranê, li girtîgehê her tişt bi pereyan e. Lê malbat nikarin pereyan bişînin. Derfetên wan rê nadin ji ber ku li derve nikarin xwe xweyî bikin. Ji ber ku encamên erdhejê pir giran bûn. Heta pirsgirêka cihê mayînê jî didome.”    GIRTÎ JÎ MEXDÛRÊN ERDHEJÊ NE   Bi domdarî Çevîrmen got ku şandina girtiyan li deverên dûr derfeta agahîgirtina ji girtiyan ji holê rakiriye û wiha domand: “Malbat nikarin biçin serdanê. Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûn a Hatayê şandin Erzînganê. Ji wan jinan hinekan jê xizmên xwe winda kirin. Her wiha agahiyan ji malbat û zarokên xwe nagirin ku hemû mercên jiyana wan ji holê rabûne. Divê girtî jî weke mexdûrên erdhejê bên qebûlkirin. Divê Wezareta Dadê di vê çarçoveyê de tevdîran bigire.”    HEWCEYE DEWLET PÊDIVIYÊN WAN PÊŞWAZÎ BIKE   Di berdewamê de Çevîrmen destnîşan kir ku girtiyên hatin sewqkirin nekarîne tiştên xwe bi xwe re bibin û axaftina xwe wiha qedand: “Di kirîna heman tiştan de zehmetiyan dikêşin. Lewma divê pêdiviyên kantîn û cil û bergan dewlet pêşwazî bike. Hewceye sarinc, televîzyon û hwd. girtîgeh bo wan peyda bike û weke mexdûrên erdhejê bên dîtin. Ev xizaniya giran bandorê li girtiyan jî dike. Malbatên ku nikarin ji zarokên xwe re pereyan bişînin, li me digerin û daxwazên wan çêdibin. Ji bo pêşwazîkirina daxwazên wan em ê bi cihên têkildar re peywendiyan deynin. Gelek girtî ji erdhejê bandor bûne. Hinek ji ber malbatên xwe yên winda kirine êşê digirin. Lê tu piştevaniya psîkolojîk nadin van. Dema bêperetî jî li ser vê rewşê zêde dibe, êdî nema dikarin vê rewşê ragirin. Rêveberiya welêt veguheriye rejîma girtinê. Bi hezaran kes di girtîgehê de ye. Ji bo girtî bikarin di mercên baştir de bijîn, divê polîtîkayeke însanî bimeşînin.”