Dîroknas Ulugana: Newroz bi tevgera kurd re xwedî wate bû 2023-03-14 10:29:25   ENQERE - Dîroknas Dr. Sedat Ulugana diyar kir ku gelê kurd tevî qedexeyan jî dev ji Newrozê bernedaye û wiha got: “Newroz, bi tevgera kurd re xwedî wate bû.”    Cejna Newrozê ku xwe dispêre efsaneyên bi hezaran sal berê, di roja me de jî li gelek welatan tê pîrozkirin. Her gel li gorî xwe wateyeke cuda lê bar dike û niha li Îran, Iraq, Efxanistan, Belucistan, Azerbaycan, Bosna-Hersek, Guristan, Kazaxistan, Kirgizistan, Kosova, Makedonya, Ozbekistan, Sûriye, Tirkiye, Turkmenistan, Tataristan, Gagavuzya û Yakutistanê tê pîrozkirin. 21’ê Adarê roja Newrozê ku Beriya Zayînê (BZ) di sala 612’an de Kawayê Hesinkar li dijî Qralê Asuran Dehak gel birêxistin kir, ev 51 sal in ji hêla gelê kurd ve weke roja vejînê û cejna azadiyê tê pîrozkirin.    Dîroknas Dr. Sedat Ulugana dibêje ku herî zêde gelê kurd xwedî li Newrozê derketiye û tevî hemû qedexeyan jî dev ji pîrozkirina wê bernedaye. Ulugana, têkildarî girîngiya Newrozê ji bo gelê kurd ji ajansa me re axivî.    Ulugana, anî ziman ku Newroz ji hêla hemû gelên Aryenî ve tê pîrozkirin û wiha got: “Bi awayekî bandora wê li gelên Turanî jî bûye û ew jî pîroz dikin. Her wiha di berhema Dede Korkut de jî qala Newrozê tê kirin. Lê beriya wê di çavkanî û mîtolojiyên gelên Aryenî de anku kurd, faris, ermen, peştu û hîndî de em rastî Newrozê tên. Di nava gelê kurd de jî Newroz piştî Kawa bêhtir şênber bûye.”   LI GORÎ VEGOTINÊN DÎROKNASÊN EREB KAWA   Bi domdarî Ulugana diyar kir ku Kawayê Hesinkar ne lehengekî mîtolojîk lê pêşengekî gel ê di dîrokê de jiyaye û wiha pê de çû: “Piştî serdema Kawa li dijî Dehak têkoşîna gel daye destpêkirin, Împaratoriya Medan hilweşiya û serdema Împaratoriya Persan dest pê kir. Di vê veguherînê de darbeyeke qesrê heye. Rêveberiya Aryan ji xanedaniya Medan derbasî xanedaniya Persan bû. Împaratoriya Aryanan a piştî Persan jî Sasanî ne. Dîroknasên ereb dibêjin ku Împaratoriya Sasaniyan di navbera salên 500-600’an de pêşmalkê Kawayê Hesinkar weke alaya xwe bi kar anîne. Heta dibêjin ku pêşmalkê Kawa bi kevir û mucevheran hatiye xemilandin û ji bo di şer de mirûzê leşkerên Sasaniyan xweş bike, weke alayê hatiye bikaranîn. Li gorî gotinên dîroknasên ereb, artêşa Sasaniyan di şerê dawî de têk çû û pêşmalkê Kawa hat bidestxistin. Kevirên binirx ên li ser tên girtin û tê şewitandin. Em ji vê vegotinê wisa fêm dikin ku Kawa bi rastî jî di nava gelên Aryan de pêşengekî gel e û di dîrokê de cihê xwe girtiye.”    ‘TEVÎ QEDEXEYAN JÎ KURD DEV JI NEWROZÊ BERNADIN’    Di berdewamê de Ulugana destnîşan kir ku têkoşîna bi pêşengtiya Kawa li dijî zilmê hatiye destpêkirin, bûye mîlada Newrozê û wiha pê de çû: “Di tevahiya dîrokê de gelên Aryan herî zêde jî gelê kurd xwedî li Newrozê derketin. Rêveberên ereb serdemekê Newroz weke ‘guneh’ qebûl kirin û qedexe kirin. Weke cejnekî derîslamî nirxandin û qedexe kirin. Lê tevî vê jî kurdan dev ji pîrozkirina Newrozê bernedan. Fîlozof û şaêrê kurd Ehmedê Xanî ki di salên 1700’an de jiyaye, dibêje ku Mem û Zînê jî cara ewil hev di Newrozê de nas kirin. Gelên Turanî jî Newroz pîroz kirine lê bi serdema Osmaniyan re weke guhen hatiye dîtin.”    ‘GELÊ KU JI AZADIYA XWE TAWÎZ NEDA YE’   Dr. Ulugana got ku gelê kurd li erdnîgariyeke çiyayî dijî û ev tişt anî ziman: “Ji bandora tiştên derve girtî ye û ji çand û zimanê xwe tawîz nedane. Di dîrokê de tu carî serî li ber Împaratoiya Mezin a Ereban, Selçukî, Osmanî û împaratoriyên ji Rojava netewandine. Em dibînin ku tu carî ji azadiya xwe tawîz nedane. Feraseta dîroka fermî qewmên çiyayî jinedîtî ve tê. Gelemperî dîroka serdestan dinivîse. Lê em dibînin ku kurdan di tevahiya dîrokê de nehiştiye serdest bikevin xaka wan û ji azadiya xwe tawîz nedane. Gelekî wiha girêdayî azadî û mafên xwe, ji kevneşopiya xwe jî tawîz nedaye. Di nava gelên Aryan de civaka kurd veneguherî. Şêweyê jiyanê yê malbateke kurd a hezar sal berê û ya sala 1800’an heman e. Vê rewşê kir ku Newrozê jî biparêzin. Weke mînak; Îskender tenê li Zagrosan têk çûye. Di salên piştre de Mogolan nekarîn xwe nêzî Zagrosan bikin. Em qala gelekî wiha dikin.”    ‘BI MAZLUM DOGAN RE BIWATE BÛ’   Ulugana, Newroz piştî Girtîgeha Amedê bi temamî bûye sembolek û wiha pê de çû: “Xelkê Kurdistanê ji Newrozê haydar bû lê weke seyranekê pîroz dikir. Piştî ku Mazlum Dogan bedena xwe şewitandî, êdî bû sembolek. Ji Mazlum Dogan re Kawayê Duyemîn tê gotin. Newroz, piştî wê çalakiyê xwedî wate bû. Dema em li pêvajoya piştî wê serdemê dinihêrin, piştî ku gelê kurd xwedî lê derket û bû cejnekî girseyî, êdî gelên din jî xwedî lê derketin. Dewleta tirk jî niha xwedî li Newrozê derdikeve û ev tiştekî xwezayî nîne. Hewl didin Newrozê ji destê gelê kurd bistînin. Lê nekarîn wisa bikin. Girtîgeha Amedê bi peywireke mîna duyemîn mala Kawayê Hesinkar rabû. Hesinê li wir hatiye meriçandin û zalimê li dijî serî hatiye rakirin jî cuda ne. Di serdema Împaratoriya Medan de zalim Dehak bû û di serdema 12’ê Îlonê de jî rejîma cuntayê bû.”    PIŞTÎ 1980’AN NEWROZ   Herî dawî jî Ulugana wiha derbirî: “Bi tevgera kurd re Newroz xwedî wate bû. Bi taybet jî di demên ewil de li gundan dihat pîrozkirin. Dema em zarok, Newroz bi hest û coşeke mezin dihat pîrozkirin. Ez tu carî wan deman ji bîr nakim. Mezinên me Newroz weke hatina biharê fêm dikirin, pîroz nedikirin û weke seyranê derbas dibû. Bi tevgera kurd re Newroz dîsa hate bîra hafizeya giştî û mezinên me digotin; ‘Erê em dizanin bê ka Newroz çi ye lê ciwan ji ku dizanin.’ Kurdîtiya piştî salên 1938’an hatiye parçekirin, heta salên 1984’an jî hewl dan bi rêbazên cuda were tunekirin. Lê hafizeya ku di sala 1984’an de dîsa zindî bû, ne tenê tevgereke şer lê çandekî binaxkirî jî dîsa rakir ser pêyan. Bi vê yekê re dîsa dibê sembol û tevger êdî weke Newrozê hat dîtin. Weke mînak, beriya salên 1980’an pir kêm caran mirov li rastî navê Newrozê tê lê piştre bi hezaran kesan navê Newrozê li xwe kirin. Di hemû Newrozan de şîara kurdan azadî ye. Dê îsal jî wisa be.”    MA / Zemo Aggoz