‘Newroza îsal dê bibe Newroza avakirina jiyaneke nû’ 2023-03-14 11:51:33   AMED - Endama Komîteya Amedekar a Amedê Mervan Yildiz diyar kir ku dê di Newrozê de ruhekî mezin ê yekitî û piştevaniyê derkeve pêş û wiha got: “Em weke Newroza avakirina jiyana nû dinirxînin.”    Newroza îsal dê bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” bê pîrozkirin. Agirê Newrozê yê ewil dê di 15’ê adarê de li Şemzînan a Colemêrgê bê vêxistin û fînal jî dê di 21’ê Adarê de li Amedê be. Ji gundan heta navçe û navendê li her deverê amadekariyên Newroza mezin a Amedê tên kirin. Endamê Komîteya Amadekar a Newroza Amedê Mervan Yildiz diyar kir ku dê di Newrozê de ruhekî mezin ê yekitî û piştevaniyê derkeve pêş.    DÊ JIN JIYANA NÛ AVA BIKIN    Mervan Yildiz anî ziman ku Newroz vejîn e, ji bo gelê kurd serhildan e û wiha got: “Jin her roj serî hil didin, her roj di çalakiyan de ne. Em Newroza îsal weke Newroza avakirina jiyana nû dinirxînin. Weke jin em baş dizanin ku dê jin jiyana nû ava bikin. Em jin dê bi van daxwaz û dirûşman tev li Newrozê bibin.”    ‘HETA TECRÎD NEŞIKÊ DÊ TUNDÎ XELAS NEBE’   Yildiz, da zanîn ku mexdûrên herî mezin ên şer, pandemî û polîtîkayên xelet ên îktîdarê jin in û axaftina xwe wiha qedand: “Qadên Newrozê, bi taybet jî ya Amedê vediguherin qadên ku pirsgirêk lê tên vegotin. Pankart û dirûşmên me jî dê di vê çarçoveyê de bin. Dê hêrsa li dijî encamên giran a karesata erdhejê ku ji ber polîtîkayên xelet ên îktîdarê çêbû, dê biherike qada Newrozê. Her wiha şerê taybet ê li dijî jinên kurd didome. Li hêla din tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan heye. Heta ku ev tecrîd neyê bidawîkirin dê polîtîkaya qirkirinê ya li ser jinan jî bi dawî nebe. Dê tundiya li dijî jinan bi dawî nebe. Dê tacîz, destdirêjî, îstîsmarkirina zarokan bi dawî nebe. Em ê van daxwazên xwe li qadan bin.”