Ji nûçeya ‘Kujerên zarokan’ a Ozgur Gundemê re cezayê pere hate birîn 2023-03-14 13:46:06   STENBOL - Ji Midura Karên Nivîsan a Rojnameya Ozgur Gundem a hatiye girtin Reyhan Çapanê re bi hinceta serenavê nûçeya “Kujerên zarokan” rast nekiriye 50 hezar lîre cezayê pere hate birîn.     Rojnameya Ozgûr Gundemê di sala 2016’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hatibû girtin. Rojnamevan Reyhan Çapan jî demek Midûra Karên Nivîsan a rojnameyê bû. Çapan ji ber nûçeya bi serenavê “Kujerên zarokan” a di rojnameya bi dîroka 17’ê hezîrana 2014’an de hatiye weşandin nehatiye rastkirin tê darizandin. Danişîna doza Çapan li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê hat lidarxistin. Danişîna ku Çapan tev li nebûyî de parêzer Ozcan Kiliç amade bû.    DAXWAZA BERAETÊ    Parêzer Kiliç, xalên ku di qanûna dozê ya Dadgeha Bilind de cih digirin dubare kirin û diyar kir ku sûcê ku muwekîla wî pê tê sûcdarkirin wesfa sûc pêknaînin û daxwaza xwe ya beraetê dubare kir.    CEZAYÊ PERE   Dadgehê, bi hinceta di weşanên demkî de nivîsa bersiv û rastkirinê ne weşandiye 50 hezar lîre cezayê pere li Çapan birî.