Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bo Bozdag nameya vekirî: Gelo hûn di ferqa berpirsyariya xwe de ne? 2023-03-14 14:12:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Wezîrê Dadê Bekir Bozdag nameyeke vekirî weşand û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan li derveyî pergala hiqûqê, li qadeke nepênasekirî di statûya rehîneyan de tê ragirtin. Weke wezîrê dadê gelo hûn di ferqa berpirsyartiya xwe de ne?”    Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzertiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li xwe girtiye, bi sernavê “Ji bo wezîrê dadê nameya me ya vekirî ye” daxuyaniyek weşand.    Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dna zanîn ku ji miwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin zêdetirî 720 roj in tu agahiyan nagirin û di nameya xwe de wiha got:  “Birêz Bozdag,   Tevî hemû hewldan û serlêdanan jî ev 720 roj in em tu agahiyan ji miwekîlên xwe birêz Abdullah Ocalan, birêz Hamîlî Yildirim, birêz Omer Hayrî Konar û birêz Veysî Aktaş nagirin ku li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin. Di demeke mercên pandemiyê de ku tevahiya cîhanê serûbin kiribû de, di 25’ê adarê de miwekîlên me bi malbatên xwe re li ser telefonê axaftineke kin kiribûn. Me wê demê karî agahiyan jê bigirin. Birêz Ocalan, di 24 salên girtîgehê de cara duyemîn bû li ser telefonê hevdîtin dikir û axcaftineke kin bû. Di vê hevdîtinê de birêz Ocalan bi taybet jî ji birayê xwe re got ku dixwaze ji mafê xwe yê qanûnî yê hevdîtina bi parêzeran re sûd bigire. Ji bo bidawîkirina vê tecrîda derhiqûqî û dermirovî, weke parêzerên wî me jî hem di asta neteweyî û hem jî di asta navneteweyî de serî li hemû meqamên edlî û îdarî dan û hêj jî didin.    DIGOTIN LI PÊŞIYA HEVDÎTINA PARÊZERAN TU ASTENGÎ NÎNIN    Di sala 2019’an di serdemeke ku grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û rojiyên mirinê hatibû qonaxeke krîtîk, gelek kesan ji bo bidawîkirina siyaseta tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn de wezîrê dadê yê wê demê derket pêşberî kamerayan û got ku ji bo hevdîtinên parêzeran ên li Îmraliyê tu astengî nînin. Di sala 2019’an de parêzeran 5 caran hevdîtin kirin, birêz Ocalan kete dewrê û pêşî li ber mirinên îxtîmalî girt û kir ku civak bêhneke fireh bigire. Hevdîtina parêzeran a li Îmraliyê herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de hate kirin. Tevî soza wezîrê dadê yê wê demê jî, ev bû 4 sal ku çûna parêzeran a Îmraliyê qedexe ye.    HÛN MAFÊ QUTKIRINA PEYWENDIYAN JI KÎJAN QANÛNÊ DIGIRIN?    Weke parêzer û malbatên wan, ji 25’ê adara 2021’an heta niha em tu agahiyan ji Îmraliyê nagirin. Em nizanin bê ka li wir çi diqewime û çi dibe. Tu çavdêrî, tecrube û agahiyên me nînin. Kîjan qanûn wî mafî dide we ku hûn girtîgehekê û 4 girtiyên siyasî yên kurd di nava van şert û mercan de ragirin, peywendiya wan bi dinyayê re qut bikin?    Birêz wezîr,    Di 6’ê Sibatê de li welatê me karesateke erdhejê ya mezin çêbû. Li gorî daneyên fermî; zêdetirî 48.000 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehhezaran kes di bin kavilan de man û birîndar bûn. Bi sedhezaran welatiyên me bêmal û bêwar mane û koç kirin. Ji bo ku girtiyên li girtîgehên girêdayî wezareta we bikarin ji malbatên xwe agahiyan bigirin, we mafeke din a hevdîtina li ser telefonê da girtiyan. Ev mafê ku ji ber mercên erdhejê û bi helwestekî însanî hatiye dayîn, nedan miwekîlên me yên li Îmraliyê! Ser re jî malbatên her çar miwekîlên me jî li herêmên erdhejê ne. Tevî vê rastiyê jî ev maf nehat dayîn.    GELO MA GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ GIRÊDAYÎ WEZARETÊ NÎNE?    Di vê rewşa dawî de em dixwazin bipirsin; gelo ma Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê girêdayî wezareta we nîne? Gelo ma li Îmraliyê rejîmeke hiqûqê ya cuda yan jî hiqûqa welatekê din di meriyetê de ye? Çima girtiyekî li Girtîgeha Sîlîvriyê dikare li ser telefonê li malbata xwe ya li Rihayê bigere û aqûbeta xizm û hezkiriyên xwe hîn bibe lê yê li Îmraliyê nikare tenê yek carê jî li ser telefonê li malbata xwe bigere? An jî em wiha bipirsin; ji bilî Girtîgeha Îmraliyê, gelo di nava 43 salên dawî de tu girtîgeheke girêdayî wezareta we heye ku tu parêzer û parastvanên mafên mirovan nekarîne biçin wê derê? Gelo tu girtîgehên girêdayî wezareta we hene ku malbat û parêzerên girtiyan nekarîne 717 rojan yek agahiyê jî ji girtiyan bigirin?    Birêz wezîr,    Weke hiqûqnasekî hûn jî pir baş dizanin ku tu bersiveke ji hêla hiqûqî ve bikara îzaheta van pirsan bike tune ye. Nexwe biryarên DMME’yê yên têkildarî mijarê û raporên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ji xwe li holê ne. An jî bi heman awayî hûn jê baş pê dizanin ku tabloya 24 salan a li Îmraliyê tenê ji binpêkirina rêgezên qedexeya îşkence, miameleya xerab û cihêkariyê ya PMME’yê bisînor nîne. Mijara bingehîn; helwesta hikûmeta we ya li hemberî meseleya kurd ku ji demokratîkbûnê heta aboriyê, bingeha hemû pirsgirêkên mezin e û birêz Ocalan e ku dikare di vê pirsgirêkê de bi roleke mezin rabe. Mesele ew e ku miwekîlên me li derveyî ‘pergaleke hiqûqê’, li qadeke nediyar û nepênasekirî, di statûya rehîneyan de tên ragirtin. Gelo hûn dê kengî dawî li vê statûya dîltiyê bînin? Belkî jî pirsa esasî ev be. Weke wezîrê dadê, gelo hûn di ferqa berpirsyariya xwe de ne?”