Di doza Mulkiye Kazan de dadgehê biryar da ku şahid neyên guhdarîkirin 2023-03-14 16:49:26   MÊRDÎN - Cenazeyê Mulkiye Kazan mehek piştî windabûna wê bi awayekî definkirî hate dîtin. Di doza Kazan de ku faîl Mûstafa Asan tê darizandin, dadgehê biryar da ku li şahidan neyê guhdarîkirin.    Jina bi navê Mulkiye Kazan (24) di 16’ê mijdara 2021’an de li Wêranşar a Rihayê winda bû û cenazeyê wê di 17’ê kanûnê de bi awayekî definkirî hate dîtin. Di doza Kazan de faîl Mûstafa Asan bi sûcên “Kuştina biqesdî” û “Kes ji azadiya xwe bêpar hiştiye” tê darizandin. Sêyemîn danişîna dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat lidarxistin. Faîl Asan di danişînê de amade bû. Parêzerên malbata Kazan, parêzerên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê û parêzerê bersûc jî di danişînê de amade bûn.    Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Ji ewil ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin hatin xwendin û piştre hat gotin ku dê li şahidan bê guhdarîkirin. Ji ewil şahidê bi navê M.G. axivî û îdia kir ku derheqê cînayetê de tu tiştekî nizane. Şahidên ku beriya niha biryara guhdarîkirina wan hatibû dayîn jî nehatin danişînê.    Bersûc Asan jî gotinên xwe yên berê dubare kir û îdia kir ku wî cînayet nekiriye.    Dadgehê bi hinceta ku gotinên şahidên nehatine dadgehê dê tiştekî li dosyayê zêde neke, biryar da ku li wan neyê guhdarîkirin. Dadgehê biryar da ku ji bo amadekirina mutalaayê dosya ji dozger re bê şandin û rewşa girtî ya Asan bidome.    Danişîna dozê taloqî 10’ê nîsanê hate kirin.