Ji bo Newroza Sêrtê banga tev li bûnê 2023-03-14 17:18:55   SÊRT - Komîteya Amadekar a Newrozê ya Sêrtê bang li hemû gelan kir ku 19’ê adarê roja yekşemê li dora agirê Newrozê berxwedanê mezin bikin.    Komîteya Amadekar a Newrozê ya Sêrtê têkildarî bernameya Cejna Newrozê ku dê di 19’ê adarê roja yekşemê pîroz bikin de li Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna çapemeniyê li dar bixin. Endamê Komîteya Amadekar Tûrgût Yurek ku di civîna pankarta “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” hate vekirin de axivî, girîngiya dîrokî ya Newrozê bi bîr xist.    Yurek, diyar kir ku dê agirê Newrozê saet di 10.00’an de li qada Newrozê ya li Taxa Bariş vêxin û wiha got: “Me bi hev re dît ku gelê Sêrtê di salên beriya niha de çawa qada Newrozê dagirt. Wê di 19’ê adarê jî bi heman awayî dagire. Yurek, da zanîn ku parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca û parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Sidik Taş wê weke axivîner tev li Newrozê bin. Yurek bang kir li hemû gelan kir ku li dora agirê Newrozê berxwedanê mezin bikin.