Altan ku di Newroza Cizîrê de 3 kes ji malbata wî hatin qetilkirin: Îro Newroz bi saya ruhê 90'î tên pîrozkirin 2023-03-15 09:01:25     ŞIRNEX - Ji şahidên Newroza Cizîrê ya 1992'yan Hasan Altan ku birayê wî, xalê wî û pismamê roja Newrozê hatine qetilkirin bilêv kir ku îro Newroz bi saya ruh û têkoşîna salên 90'î bi awayekî azad tê pîrozkirin û wiha got: "Bi saya vê tekoşînê îro tenê kurd, hemû cîhan Newrozê pîroz dike."   Di sala 1992'yan debi hezaran kes ji tax, gund û navçeyan ji bo Newroza Cizîrê hatin ba hev. Lê bi helîkopteran û wesayîtên zirxî derdora wan hat dorpêçkirin û ji hewa û bêjahiyê ve hatin gulebarankirin. Gelê Botanê li her cihê ku lê bû bi pêxistina agirê Newrozê bersiv da êrişan. Di van êrişan de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da, bi sedan kes birîndar bûn û bi sedan kes jî hatin binçavkirin û îşkencekirin. Wê demê rojnamevanên ku ji bo şopandina Newrozê çûn herêmê û di dema êrişan de alayên spî hilgirtin jî rastî gulebaranê hatin û rojnamegerek jî hat qetilkirin. Li gorî agahiyên fermî di êrişan de 57 kes mirine û li gorî gelê herêmê ev hejmar di ser 100’î re ye.    Li herêma Botanê ku bi salan e rastî komkujiyan tê, 31 sal in agirê Newrozê her hil dibe. Îsal jî agirê Newrozê wê li 43 navendan bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” were vêxistin. Yek ji van navendan jî Cizîra Şirnexê ye. Botan a ku bi salan e rastî komkujiyan tê û bi berxwedana xwe bersiva êrişan dide, îsal jî wê bi beşdariya bi hezaran Newrozê pîroz bike.    Hasan Altan (49) ku di sala 1992'yan de ji gundê Ernabatê yê Cizîrê tev li Newroza Cizîrê bûye û bi birayê wî Huseyîn Altan (17), xalê wî Hacî Erten (24) û pismamê wî Alî Bozkûrt di Newroza 92'yan a Cizîrê de li ber çavên wî hatine qetilkirin û şahidê wê demê Mehmet Emîn Kasirga (57) behsa wan rojan kirin.   'HEGER RUHÊ 90'AN NEBÛYA NEWROZ ÎRO NEDIHATIN PÎROZKIRIN'   Hasan Altan ku di Newroza wê salê de sê kes ji malbata wî hatine qetilkirin diyar kir ku Newroz îro bi saya ruh û têkoşîna salên 90’î hatiye tê pîrozkirin û wiha got: “Em roja Newrozê li gel gundên derdorê li hev civiyan. Wê rojê armanca me pîrozkirina Newrozê bû. Em neçûbûn ku şer bikin, yan jî bên kuştin. Li gel gundên derdorê bi hejmareke mezin ku bi qasî du hezar kesî hebûn, em ber bi Cizîrê ve meşiyan. Tenê ji van gundan bi hezaran kes hebûn. Dema ku em gihîştin noqteya leşkeran, leşkeran ji me re got, 'Heke hûn werin em ê we bikujin.' Ev anons dihatin kirin. Li ser serê  me helîkopter û li kêleka me jî wesayîtên zirxî hebûn. Bi hezaran mirov ev anons guhdar nedikirin û em ber bi Cizîrê ve meşiyan. Me bi destên hev girt û em ber bi leşkeran ve meşiyan, wan jî bi maşîneyên zirxî em gulebaran kirin. Tenê li cihê ku ez lê hebûm 20 kes hatin qetilkirin. 20 kes di encama wê êrişê de ketin erdê."   Altan wiha domand: "Heger êrîş nekiribana me yê Newroza xwe pîroz bikira û vegeriyana malên xwe. Ji gundê me tenê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gundên derdorê jî kesên ku jiyana xwe ji dest dan hebûn. Ewqas cenaze ketin erdê ku ji ber wê girseyê me kesek nedît. Min li wir bira, xal û pismamê xwe winda kirin, armanca me tenê pîrozkirina Newrozê bû, lê nehiştin. Armanca me ew bû ku hemû cîhan me bibîne. Em kurd bûn û me dixwest ku her kes zanibe ku em hene. Di navbera Newroza salên 90'î û Newroza îro de ferqeke mezin heye. Wê demê cesaret hebû. Ger îro Newroz bi awayekî azad bê pîrozkirin ev bi saya ruh û têkoşîna salên 1990’î ye. Îro Newrozê ne tenê kurd hemû cîhan pîroz dike. Ger di salên 90’î de em ji bo Newrozê netêkoşiyana, dibe ku îro Newroz nehatina pîrozkirin û belkî me nikarîbûna pîroz jî bikira.”   'JI BO BÎRANÎNA WAN TEV LI DIBIM'   Altan got ku ew her sal ji bo xatirê kesên ku di Newroza 1992'yan de hatine qetilkirin tev li pîrozbahiyê dibe û wiha domand: "Ji wê demê û vir ve ez beşdarî Newrozê dibim. Lê carna ez ji xwe dipirsim û dibêjim, 'gelo wê dîsa mîna wê demê êrişî me bikin?' Wê demê me cesaret hilgirt û em niha natirsin. Ez dixwazim Newroza îsal bibe sedema yekitî û yekitiya gelê kurd, tirk, ereb, çerkez, laz û hemû gelên cîhanê. Em hemû bi hev re Newrozê pêşwazî bikin û pîroz bikin. Cejin ne tenê cejna kurdan, cejna hemû gelan e. Heta ez hebim ez ê Newroza 1992’yan ji bîr nekim. Wê rojê gelek neheqî li me kirin, ez ji bo bîranîna birayê xwe, ji bo bîranîna hemû kesên ku hatine qetilkirin diçim Newrozê."   'KESEKÎ GAV PAŞDE NEAVÊT'   Ji heman gundî Mehmet Emîn Kasirga ku tev li Newroza Cizîrê bûye, diyar kir ku li gel hemû êrişan jî agirê Newrozê pêxistine û ev tişt anî ziman: "Bi hezaran kes di meşê de israr kirin. Kesî gav paşde neavêt. Lê dixwestin ku bi gulebaranê girseyê rawestînin û di encama gulebaranê de bi sedan kes hatin kuştin. Di êrişa yekem de bi dehan kes hatin kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn. Gule berdan hewa, lê em tevî wê jî meşiyan. Hemû reviyan aliyekî, ez neçûm. Ji ber ku li erdê cenaze hebûn, ew qas tund mudaxele kirin ku kesên ku qetilkirin roviyên wan derketibûn derve. Mirovan di nava wê aloziyê de pêl wan dikir. Ez çi bikim, ez wan rojan ji bîr nakim. Leşker dihatin li cenazeyan dinêrîn û diçûn. Weke berê niha zêde cesaret nîn e. Hêvî dikim ku ew Newroz, bibe wesîleya azadiya hemû girtiyan."    MA / Zeynep Dûrgût