'Çi dibe bila bibe em ê li vir bimînin' 2023-03-15 09:02:04   DÎLOK - Mexdûra erdhejê Guler Yildirim bi lêv kir ku tevî hemû zor û zehmetiyan jî ew ê dest ji warê xwe bernedin û got: "Em di şert û mercên dijwar de dimînin, lê dîsa jî em bi israr in ku li vir bimînin."    Kesên di erdhejên Mereşê de sax man, di şert û mercên dijwar de dijîn. Li Taxa Haltanli ya navçeya Islahiya ya Dîlokê Guler Yildirim tevî 3 zarokên xwe di kon de dimîne. Yildirim û malbata wê piştî erdhejê tevî 28 kesan di 12 rojan di komerdanka cînarê xwe de maye û piştî roja 12 dan kon bi dest wê ketiye. Yildirimê bilêv kir ku tevî hemû zor û zehmetiyan jî ew ê dest ji warê xwe bernedin û got: "Ez ê li vir li ber xwe bidim."    Yildirim anî ziman ku wê bi derfetên xwe hevjînê xwe ji bin kavilan xelas kiriye û got: "Welatiyan alîkariya me kir. Niha ne xaniyê me, ne eşyayên me hene û kes bi ser me de nayê. Kavilên xaniyê me hê li cihê xwe ne. Kes nehatiye ew ranekirine. Ez û malbata xwe di kon de dimînin. Ji bo em xwe germ bikin, em texteyan ji nav kavilên xaniyê xwe derdixin û dişewitînin."    Yildirimê bi lêv kir ku li vir bîranînên wê hene û li vir mezin bûye û got: "Bila me bibînin. Em ê ji vir neçin. Em nikarin dest axa xwe berdin. Ên çûne hene. Em di şert û mercên pir dijwar de dijîn. Lê dîsa jî em bi israr in ku li vir bimînin. Bila kes dest ji axa xwe bernede, bila li ber xwe bidin. Divê mirov li ber xwe bidin. Ez dixwazim kesên çûne cardin vegerin. Dibêjin 'Li vir jiyan nemaye.' Gava tu li ber xwe nedî, dê bi navê jiyanê tiştek tune be. Çi dibe bila bibe divê tu li ber xwe bidî. Bax û baxçeyên me, dêyên me, bav û kalên me li vir in. Gava em ji vir biçin divê em li gorên xwe jî bifikirin."    MA / Delal Akyuz