Li Semsûrê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî winda ne 2023-03-15 11:13:11 SEMSÛR - Li navçeya Tûtê lehî rabû û konteynirek li ber lehiyê ket. Hat zanîn ku kesekî jiyana xwe ji dest da û agahî ji 4 kesan jî nayên girtin.     Ev demeke li herêmên erdhejê baraneke zêde dibare û li gelek bajaran lehî rabûn. Li navçeya Tûtê ya Semsûrê ji ber barana zêde lehî rabû. Konteynireke mexdûrên erdhejê tê de diman ku li baxçeyê malekê hatiye danîn, li ber lehiyê ket. Mexdûrekî erdhejê yê di konteynirê de dima jiyana xwe ji dest da.    Her wiha ji 4 kesên li navçeyê ber lehiyê ketin jî tu agahî nayên girtin.