Li Şemzînanê agirê Newrozê bi 3 zilikên şixatê hat vêxistin: Heta Ocalan azad dibe dê têkoşîn jî bidome 2023-03-15 11:55:04   COLEMÊRG - Agirê Newroza 2023’yan li Şemzînanê bi 3 zilikên şixatê hate vêxistin. Axevêran diyar kirin ku heta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîna wan berdewam bike.   Li yek ji girîngtirîn navendên ku gelê kurd li dijî înkar, tunekirin, pişaftin û qedexeyan têkoşîna azadiyê lê meşandî Şemzînan a Colemêrgê starta Newroza 2023’yan hate dayîn. Newroza îsal bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” tê lidarxistin û diyarî qurbaniyên erdhejên Mereşê yên di 6’ê Sibatê de hate kirin. Şandeyên Newrozê şevê din hatin navçeyê. Şandeya ku ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk dihat, ji bo Newrozê di saetên serê sibehê de li Rêxistina HDP’a Şemzînanê hate ba hev. Gelek welatî jî bi cil û bergên kurdî hatin avahiya partiyê. Li pêşiya avahiya partiyê daxuyaniyeke girseyî hate dayîn. Hejmareke zêde ya ciwan û jinan tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên  “Newroz pîroz be” û “Jin, jiyan, azadî” û “Em ê bi berxwedanê ser kevin” hatin berzkirin.    ‘NEVIYÊN KAWA LI SER PÊYA NE’   Di daxuyaniyê de Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede axivî û da zanîn ku Newroza ku bi hezaran sala ye weke roja vejînê tê pîrozkirin, îsal ji ber erdhejê bi xemgîniyeke mezin pêşwazî dikin. Dede, axaftina xwe wiha domand: “Ji ber îktîdara zextker, ev erdhej veguherî karesateke mezin û me êşeke mezin jiya. Xwedê rehma xwe li qurbaniyan bike. Berpirsyarê mirina ewqas mirovan, ev îktîdara despot û zextker e. Lewma wateya Newrozê hêj kûrtir dibe. Bidawîbûna tevahiya êşan, bi Newrozan pêkan e. Newroz, dîroka berxwedana li dijî vê zordestiyê ye. Wek peyrewên Kawayan, me tu carî serî netewand. Em ê van rejîmên dîktayê têk bibin. Kawa çawa ku Dehaq têk biribe, em jî dê têk bibin. Di qesrên xwe de ditirsin. Lewma jî dixwazin bêhêvîtiyê di nava civakê de belav bikin. Neviyên Kawayan îro li ser pêya ne û dê bi ser kevin. Şemzînan, dilê Kurdistanê ye.” Di vê navberê de girseyê dirûşma “Tu zext nikarin me têk bibin” berz kir.    RUHÊ NEWROZÊ   Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Em ê Newroza îsal bi stran, tililî, coş û govendan pêşwazî nekin. Lê em ê li gorî ruhê berxwedan û azadiyê yê Newrozê pêşwazî bikin û peyamên xwe bidin. Lewma em ê starta Newrozê li Şemzînanê bidin. Di erdhejê de bi sedhezaran kesan jiyana xwe ji dest dan lewma em ê ne pîrozbahiyê lê bi ruhê berxwedanê pîroz bikin. Em ê hesabê ji berpirsyarên vê wêraniyê bipirsin û têkoşîna xwe mezintir bikin. Şemzînan, cihekî girîng e. Sê parçeyên Kurdistanê li Şemzînanê digihijin hev. Dê bibe navenda yekitiya kurdan.  Lewma me ji bo starta Newrozê, Şemzînan bêhtir guncav dît. Me di 8’ê Adarê de bi dirûşma ‘Dem dema jin jiyan azadî’ dest pê kir û li dijî pergala zordest, mêrserdest û pergala tecrîdê û polîtîkaya qirkirinê dengê xwe bilind kir. Em ê bi Newrozê re vî ruhî pir mezintir bikin. Dê noqteya dawî jî bibe 14’ê gulanê. Em ê li dijî van Dehaqên zalim, yekitiya xwe xurtir bikin û di 14’ê gulanê de dawiya wan bînin.”    BÊSTATÛYÎ NABE   Bi domdarî Aydenîz wiha got: “Girîngiyeke sala 2023’yan a polîtîk, siyasî û civakî heye. Ji ber ku Lozan di sala 2023’ayan de dikeve sala 100’an. Lozan, ji bo kurdan dihat wateya jêçûna ji dîrokê. Kurd ji ziman, çand û erdnîgariya xwe hatin qutkirin û xwestin kurdan bêrûmet û tesfiye bikin. Kurd ev sedsal in li dijî vê polîtîkayê li ber xwe didin. Gelê kurd li dijî polîtîkayên Lozanê hevgirtin û berxwedana xwe xurtir kirin. Em sedsala Lozanê şermezar dikin. Gelê kurd êdî naxwaze di vê sedsalê de jî bêstatû bijî û dixwaze ku xwe bi xwe birêve bibe.    HETA KU AZADIYA FÎZÎKÎ YA OCALAN DÊ TÊKOŞÎN BIDOME    Îktîdara AKP-MHP’ê ji bo pêşeroja xwe, ji bo komeke rêveberan bi rola Dehaq rabûye. Lê em ê her tim li dijî vê têkoşîna xwe mezin bikin. Ev îktîdar xwe ji polîtîkaya şer û tecrîdê xweyî dike. Xwe ji qirkirina jinan xweyî dike. Ji bo mezinkirina têkoşîna li dijî polîtîkayên şer, em îro li Şemzînanê ne. Di erdhejê de xelk ketiye derdê canê xwe û li benga xurekan e lê îktîdarê polîtîkaya şer domand. Li Rojava û Başûr şer domand û çekên kîmyewî bi kar anîn. Em van nêzikatiyan şermezar dikin.    Yek ji jêrderkên ku ev îktîdar xwe pê xweyî dike jî polîtîkaya tecrîdê ye. Baweriya birêz Abdullah Ocalan a bi demokrasî û aştiyeke birûmet bêdawî ye. Êdî dema azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan hatiye. Ne tenê bidawîkirina tecrîdê. Heta ku birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad dibe jî em ê li her qadê têkoşîna xwe mezintir bikin. Ji ber ku birêz Ocalan li dijî vê rewşa aloz xwedî perspektîfa çareseriyê ye. Em jî heta dawiya ji vê perspektîfê bibawer in. Li gorî me Rêberê Gelê Kurd e. Em ê têkoşîna li Şemzînanê li her deverê belav bikin.”    Piştî axaftina Aydenîz, dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” olan dan.    ‘OCALAN BI RUHÊ KAWAYAN LI BER XWE DIDE’   Piştre jî Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî. Ozturk, destnîşan kir ku ew Newroza îsal bi dilxemgînî pêşwazî dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Newroza ji bo me ne tenê tê wateya gerandina govendan, her wiha tê wateya dayîna peyamên girîng. Ji erdheja dawî 15 milyon kes bandor bûn. Bi dehhezaran kesan jiyana xwe ji dest da. Em wan tevan bi bîr tînin. Li her devera dinyayê erdhej çêdibin lê li tu deveran ewqas kes namirin. Sedema vê jî îktîdara AKP-MHP’ê ye ku dijminatiyê li kurdan dike. Îktîdadra ku li dijî statûya kurdan derdikeve û polîtîkaya şer didomîne ye. Ev şer kengî dest pê kir. bi tecrîdakirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dest pê kir. Lê hûn dê nekarin bi vê tecrîdê bigihijin armancên xwe. Birêz Ocalan, bi ruhê Kawa li ber xwe dide. Ev berxwedan didome.    Divê gelê kurd yekitiya xwe ava bike. A yekemîn; divê yekitiya xwe li ser rêgezên demokratîk ava bikin. Newroza îsal dê bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Dehaqên hemdem dîsa li ber têkçûnê ne.”    AGIRÊ NEWROZÊ BI 3 ZILIKÊN ŞIXATÊ HATE VÊXISTIN   Piştî axaftinan jî agirê Newrozê bi 3 zilikên şixatê ku sembol in, hate vêxistin. Ji damezirînerên PKK’ê Mazlum Dogan, di 21’ê Adara Sala 1982’yan de li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê li dijî sepanên dermirovî bi 3 zilikên şixartê agir berdabû bedana xwe û ev çalakî li dîrokê nexş kir.     Bi hilkirina agirê Newrozê re girseyê bi yek dengî dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kir.