Li Antalyayê dê agirê Newrozê di 19’ê adarê de bê vêxistin 2023-03-15 13:22:40 ANTALYA - Komîteya Amadekar a Newroza Antalyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku dê Newroz di 19’ê adarê de li Kepezê bê pîrozkirin û ji bo tevlibûnê bang kir.    Komîteya Amadekar a Newroza Antalyayê têkildarî plansaziya Newroza 2023’yan a li bajar, li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyanî da.    Berdevka Komîteya Amadekar a Newroza Antalyayê Hulya Hasbay da zanîn ku dê Newroza îsal diyarî qurbaniyên erdhejê bê kirin û got ku dê Newroza Antalyayê di 19’ê adarê roja yekşemê de li pêşiya Eywana Sporê ya Turgut Ozal bê pîrozkirin. Hasbay, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Newroza ne tenê mizgîniya nûbûna xwezayê lê di heman demê de roja hesabpirsîna ji kesên li dijî mirovahiyê sûc kirin e. Belê rast e em Newroza îsal bi xemgîniyeke mezin pêşwazî dikin. Tevî her tiştî jî em hêvî û baweriya xwe zindî dihêlin. Em ê ruhê piştevaniyê yê gelan ku di erdhejê de derket holê û hêrsa xwe ya li dijî îktîdarê veguhêzin qadên Newrozê. Dê bi ruhê newrozê bikevin Hilbijartinên Giştî û bingeha rêyên têkoşînê yên nû ava bikin.”    Hasbay, diyar kir ku êş û hêrsa wan mezin e û bang li her kesî kir ku tev li pîrozbahiya Newrozê bibin.