Polîsan li Stenbolê 20 kes kirin binçavan 2023-03-15 14:17:38 STENBOL / EDENE - Endam û rêveberên ESP, SGDF û Kaldiraçê ku xwestin ji bo endamên xwe yên hatine binçavkirin daxuyanî bidin, lê polîsan êrişî wan kir û 20 kes kirin binçavan. Li Edeneyê jî bi armanca şermezarkirina binçavkirinan daxuyanî hate dayîn.    Endam û rêverên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) û Meclisa Jinan a Sosyalîst (SKM) ji bo endamên wan di 12’ê adarê de li Stenbolê hatibûn binçavkirin bên berdan, xwestin li ber Edliyeya Çaglayanê daxuyanî bidin.    Endamên Kaldiraç û Komeleyên Ciwanên Şoreşger jî piştgirî dan daxuyaniyê. Çalakvanan pankart vekirin û dirûşm berz kirin. Polîsan çalakvanan dorpêç kirin. Polîsan rojnamevanan ji qadê dûr kirin. Rojnamevanan bertek nîşanî polîsan da, lê polîsan li rojnamevanan jî dan.    Polîsan paşê êrişî girseyê kir û li wan dan û herî kêm 20 kesan kirin binçavan. Nehat zanîn ku binçavkiriyan birine kîjan qereqolê.    EDENE   Endam û rêverên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Meclisa Jinan a Sosyalîst (SKM) û rojnamevana Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Elîf Baybûrt jî di nav de navenda wê Stenbol li 3 bajaran di 12’ê adarê de hatin binçavkirin. Li Edeneyê rêxistinên ciwanan bi daxuyaniyekê bertek nîşanî van binçavkirinan dan. Di daxuyaniya li Rêxistina ESP’a Edeneyê hate dayîn de gelek kes amade bûn. Yoldaş Mete yê li ser navê ciwanan metna daxuyaniyê xwend, diyar kir ku dewleta ku di erdhejê de nekarî alîkariya gel bike ciwanên ku bi gel re ketin nava piştevaniyê hedef girtin.    Mete yê banga mezinkirina têkoşînê kir wiha got: “Ciwanên şoreşger ji duh ve ji zext, binçavkirin, êriş û girtinan re çok nedanîn wê nedeynin. Kolan, serê barîkatan, kampus terk nekirin. Bila hevalên me yên di bin çavan de demildest bên berdan.”