Bernameya Newroza Botanê eşkere bû 2023-03-15 14:57:35 ŞIRNEX - Komîteya Amadekar a Newroza Cizîrê bernameya Newrozê ya Cizîrê eşkere kir.    Newroza 2023’yan de li 43 navendên Kurdistan û Tirkiyeyê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” bê pîrozkirin. Yek ji navendên ku dê fînala Newrozê lê bê lidarxistin jî navçeya Cizîr a Şirnexê ye. Komîteya Amadekar a Newrozê ya Cizîrê têkildarî bernameya Newrozê ku dê di 21’ê Adarê de li Qada Newrozê pîroz bikin, li ber avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyanî da. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, Hasan Ozguneş, endam û rêveberên rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan, rêveberên Partiya Çep a Keskan, endamên Meclisa Dayikên Aşitiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Ziman û Çand ya Birca Belek û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.    BANGA TEVLIBÛNÊ   Hevserokê HDP’a Cizîrê Mesût Nart li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê axivî. Nart, diyar kir ku ew dixwazin ku gelê Botanê weke baranê biherikin qada Newrozê û wiha got: “Weke partî û rêxistinên herêma Botanê em Newroza 2023’yan li gelê xwe pîroz dikin. Newroza 2023’yan bi dirûşma ‘Her dem Newroz, her der azadî’ pîroz bikin. Em gelê xwe yê Elkê, Silopiya, Qilêban, Basa û Hezexê vedixwînin qada Newrozê. Em benda gelê xwe ne. Em dixwazin ku Newroza îsal bibe Newroza azadî û aştiyê.”    Bernameya Newroza Cizîrê wiha ye:    Axêver: Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî û Parlamentera Şirnexê Nûran Îmîr.   Hunermend: Mehmet Atli, Xecê û Kolektîfa Awazên Azad    Cih: Qada Newrozê