MSD’ê di salvegera 12’emîn a krîza Sûriyeyê de banga guftûgoya kir 2023-03-15 15:13:53     NAVENDA NÛÇEYAN - MSD’ê bi boneya 12’emîn salvegera krîza Sûriyeyê daxuyaniyek da û ji bo çareseriyeke demokratîk banga guftûgoyê li hêzên niştimanî kir.    Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi boneya 12’emîn salvegera krîza Sûriyeyê daxuyaniyek da. Daxuyanî li Navenda Daîreya Têkiliyên Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Qamişloyê hate dayîn. Endamên MSD’ê, nûnerên partiyên siyasî yên di bin bane MSD’ê de beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevseroka MSD’ê Emîne Omer daxuyanî xwend.    Emîne Omer bi bîr xist ku tevgera gel a li Sûriyeyê li bajarê Derayê dest pê kir û wiha got: “Berê Şoreşa Sûriyeyê hat guherandin û ket xizmeta berjewendiyên aliyên ku tu eleqeya wan bi hêvî û xeyalên sûriyeyiyan re nîne. Lê li aliyê din destkeftiyên dîrokî jî hatin bidestxistin. Di destpêkê de qalibên fikrî û siyaseta berê hatin şikandin, xwebawerî zêdetir bû. Ev her du destkeftî divê ji dest neçin.”    BANGA HEVGIRTIN Û YEKITIYÊ    Bi domdarî Omer lehengî û fedakariya jin û mêrên sûriyeyî ya li djiî zordestî û dagirkeriyê silav kir û wiha domand: “MSD piştgiriyê dide daxwazên azadî û rûmetê yên hemû pêkhateyên Sûriyeyê. Em bang li hemû welatparêz û dilsozan dikin ku hevgirtî bin, yekitiya niştimanî pêş bixin û nakokiyên siyasî yên xizmetê ji berjewendiyên herêmî û navneteweyî re dikin bi dawî bikin.”    Herî dawî jî Omer ev tişt anî ziman: “Banga me ji bo civaka navneteweyî jî ew e ku ji bo guhertinên demokratîk û pêkanîna aştî û ewlehiyê li kêleka gelên Sûriyeyê cih bigirin. Her wiha banga me ji bo hemû hêzên nîştimanî yên demokratîk ên çalak ew e ku ji bo avakirina pêşdîtineke nû ya ji bo Sûriyeya demokraîk û nenavendî, tev li guftûgoya sûriyeyî bibin.”