KNK'ê qurbaniyên Helepce û Enfalê bi bîr anîn 2023-03-15 16:18:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Rêveber a KNK’ê qurbaniyên Helebce û Enfalê bi bîr anîn û ji bo komkujiiyên heman çênebin banga yekitiyê kir.    Konseya Rêveber a KNK’ê ku bi boneya salvegera komkujiyên Helebce û Enfalê daxuyaniyek nivîskî da, qurbaniyên komkujiyan bi bîr anîn û rejîmên kujer şermezar kir.   Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:   “Di şexsê şehîdên Helepce û Enfalê de, em hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û hurmet bi bîr tînin û rejîmên kujer û dagirkerên Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Berî 35 salan, di 16’ê adara 1988’an de, hêzên rejîma dagirker a Iraqê bi çekên qedexekirî û kîmyewî, qetlîamek mezin li ser xelkê sivîl ê Helepçe pêk anî. Di encamê de nêzî 5000 zarok, jin, mêr, kal û pîrên bê guneh qetil kir.   Bombabarana li ser Helebceyê, yek ji zincîra sûcên siyaseta qirkirinê ya bi destê rejîma dagirker a Beas a Sedam bû. Li Başûrê Kurdistanê kîmya li ser herêmên Behdînan, Balîsan, Qeredax û Şêxwesanan barand.   Her ji destpêkê ve, dema rejîma Beas li Iraqê bû desthilatdar dest bi komkujî û bişaftina Kurdan kir. Di destpêka salên 80’an de 8 hezar Barzanî bi saxî bin ax kirin. Li prosêseka nêzî 4 salan û bi navê operasyonên Enfalan, ji Germiyan heya Behdînan zêdetirê 182.000 xelkê sivîl û bê guneh mîna celebên pezî veguhastin sehrayên başûrê Iraqê û bi hovane qetlîam kirin. Zedetirî 4000 gundên Kurdistanê wêran kirin.   Lê ewa li Helebceyê qewimî, yek ji mînakên herî mezin ên tewankariya sedsala 20’an e. Di navbera çend saetan de nêzî 5000 hezar kes hatin qetilkirin û hezaran kes jî birîndar bûn. Bi vê yekê re Helebce bû êş û birîneke mezin a gelê kurd.   Di sedsala derbasbûyî de gelek qetlîamên mezin li ser gelê me pêk hatin. Mixabin heya niha jî temamî qetlîamên li ser kurdan hatine kirin, wek jenosîd nehatine naskirin. Bê guman hewldan û kar û xebat ji bo wek jenosîd nasandinê hatine kirin, lê mixabin tenê di çarçoveyên mirovî de hatine qebûl kirin û nebûne keysên siyasî.   Bila herkes bizane ku xeteriyên komkujiyên li ser kurdan derbaz nebûne, kî çi dibêje bila bêje, ew xeteri li çar parçeyên Kurdistanê berdewame. Her duh bû li Şengalê li ser xelkê me yê êzidî qetlîam pêk anîn, hezaran mirov di gorên komî de binaxkirin, bi hezaran zarok û jin hatin revandin. Heft sal pêş niha qetlîamek mezin li Cizîra Bohta, pênc sal pêş niha jî li Efrînê pêk hat. 5 çar sal pêş niha jî li Serêkanî û Girê spî heman senaryo xistin meriyetê. Roja me ya îro jî operasyonên dewleta tirk li deverên din ên Kurdistanê berdewam in û qetlîaman pêk tîne.   Ji bo qetlîamên nû yên mîna Helebceyê çênebin, divê hêzên siyasî bi hevre di nava tifaqê de bin, divê hêzên parastinê yên Kurdistanî bibin yek, bêne xurtkirin û bi hev re xwedî li Kurdistanê derkevin.   Berxwedan û lehengiya hêzên parastinê jî, bi taybetî berxwedana li Kobanê ya li dijî terora DAÎŞ’ê, nasnameyek berxwedêr ava dike. Ev cesaret û berxwedana Hêzên Parastinê li hember dagirkeran û terorê, her wiha dengvedana wê li cîhanê, hêzeke mezin dide me û ji bo armancên me yên pîroz deriyên berfrehtir vedike.   Em Helebceyê qet ji bîr nakîn. Çawa me Dêrsim, Geliyê Zîlan, Serdeşt, Merîwan, Amûdê, Enfal bi giştî, Kurdên Feylî, Yarsan, Êzidî, Şengal, Roboskî û hemû komkujiyên din ên ku bi destê dagirkeran hatî serê gelê me ji bîr nekirin, em ê Cizîra Botan û Helebce jî ji bîr nekin.   Em carek din di şexsê şehîdên Helepçe û Enfalê de şehîdên Kurdistanê hemûyan bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînîn.”