Li Riha û Semsûrê 14 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan 2023-03-15 18:30:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Riha û Semsûrê hejmara kesên ku ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 14'an. Xebatên lêgerînê yên ji bo 5 kesan jî didomin.    Li Riha û Semsûrê hejmara kesên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 14'an. Li Rihayê 12 kes û li Semsûrê jî 2 kes jiyana xwe ji dest dan.   Waliyê Tokatê Nûman Hatîpoglû ku li Sesmûrê wekî "koordînator" hatiye peywirdarkirin, daxuyand ku di konteynerekê de ku lehiyê ew da ber xwe kesekî jiyana xwe ji dest daye û 4 kes jî winda ne.   Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû jî daxuyand ku ji ber lehiyê li Rihayê 12 kes û li Semsûrê jî 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û xebatên lêgerînê yên ji bo 5 kesan jî didomin.