Îdianameya rojnamevanên girtî di bin kontrola Wezareta Dadê de tê amadekirin! 2023-03-16 09:01:55   AMED - Resûl Temûr, parêzerê 16 rojnamevanên girtî got: "Bi beyana şahidê veşarî ku ji aliyê dozgeriyê ve hatibû serwîskirin alîkariya xezîneyê ya ji bo HDP'ê hatibû betalkirin. Ev yek eşkere kir ku ev lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind û Wezareta Dadê tê birêvebirin."    Li Amedê di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, di 8'ê Hezîranê de 20 jê rojnamevan 22 kes hatibûn binçavkirin û ji van kesan 16 jê di 16'ê Hezîranê de hatibûn girtin. Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Nobeda der barê 6 kesan de biryara kontrola edlî dabû û 16 rojnamevan jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" girtibûn. Li ser dosyeyê biryara veşarî heye û 9 meh in îdianame nehatiye amadekirin.    HEMÛ SERLÊDAN HATINE REDKIRIN   Parêzerê dosyayê Resûl Temûr biryara veşarî ya li ser dosyeyê û neamadekirin îdianameyê nirxand. Tamûr got: "Raya giştî dizane ku rojnamevan ji ber kar û barên xwe yên rojnamevaniyê hatine girtin. Di vê pêvajoyê de ji bo 'nirxandina rewşa girtinê' 10 caran hem serî li Dadgeha Ceza ya Sulhê hem jî li ya Asliye ya Ceza hatiye dayîn, lê hemû jî bêyî ku bên raçavkirin hatin redkirin."    'ÎDIANAME LI TEM'Ê TÊ AMADEKIRIN'   Temûr têkildarî hevdîtinê bi dozgerê dosyeyê re jî ev tişt anî ziman: "Dozger her tim dibêje 'kêmasî hene.' Em difikirîn piştî 10 mehan diviyabû hemû lêkolînên dîjîtal bên temamkirin, lê em hîn bûn ku ji ber erdhejê avahiya Midûriyeta Polîsan a Şaxa TEM'ê xesar dîtiye û divê şax bê veguhastin û ji ber vê îdianame nehatiye temamkirin. Me berê jî ji wan re got ku dosye hemû li edliyeyê ye û dikarin bêyî TEM'ê amade bikin, lê gotin hin kêmasî hene û divê TEM van kêmasiyan temam bike."   Temûr destnîşan kir ku veguhastina TEM'ê dide der ku îdianame ne ji aliyê dozgeriyê ve, ji aliyê midûriyeta polîsan û şaxa wê TEM'ê ve tê amadekirin û got: "Ev ne hiqûqî ye."    PIŞTÎ ÇEND MEHAN ŞAHIDÊ VEŞARÎ AFIRANDINE   Bi domdarî Temûr bilêv kir ku dosye bi awayekî bêhiqûqî tê birêvebirin û wiha pê de çû: "10 meh derbas bûne, lê hê jî îdianame nehatiye amadekirin. Ev yek jî nîşan dide ku pêvajoyeke hiqûqî tune ye. Gava rojnamevan li li dozgeriyê û dadgeriya lêprisînê îfade dan, şahidê veşarî tune bû, lê piştî şeş mehan dozgeriyê şahidê veşarî afirandiye."    'JI ALIYÊ WEZARETA DADÊ VE TÊ BIRÊVEBIRIN'   Di berdewamê de Temûr diyar kir ku şahidê veşarî di wexteke derî mesaiyê de û di arîfeya sersalê de (31'ê kanûna 2022'yan) ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye guhdarkirin û 3 rûpel puxteya dosyeyê bilêv kir. Temûr axaftina xwe wiha qedand: "Anku îfadeyên vî şahidê veşarî, tenê puxteya dosyeyê ye. Ji xeynî vê tu hêleke wê ya hiqûqî tune ye. Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind îfayeên şahidê veşarî serwîs kiribû. Piştî serwîskirina van beyanan, alîkariya xezîneyê ya ji bo HDP'ê hatibû betalkirin. Ev yek eşkere kir ku ev lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind û Wezareta Dadê tê birêvebirin."