Elefterîa Fotulakî ku bi agirê Newrozê li heqîqetê geriya 2023-03-16 10:12:02 STENBOL - Elefterîa Fortulakî, agir berda bedena xwe û bû Newroz. Hevjînê wê Şiwan Otsal wiha dibêje: “Elefterîa, bi agirê Newrozê bedena xwe azad kir. Banga min li tevahiya gelan ew e ku tev li Newrozê bibin.”    Newroz, sembola berxwedana li dijî zilmê ye û bi hezaran sala ye ji hêla gelên Rojhilata Navîn ve tê pîrozkirin. Agirê Newrozê di roja me de jî bi heman ruhî tê geşkirin. Jinên ku li dijî êrişên ser gelê kurd û ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bedenên xwe dan agir, bi çalakiyên xwe wateya Newrozê hêj kûrtir kir.    Yek ji van jinan jî Elefterîa Fortulakî ye ku bi çalakiya xwe Newroz silav kir. Fortulakî, di 24’ê Adara 2006’an de li baxçeyê Dêra Aios Agios Milanos a li paytexta Yewnanistanê Atînayê agir berda bedena xwe û bû Newroz. Fortulakî, bi mebesta protestokirina rola Yewnanistanê ya di komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah de ev çalakî li dar xist.    LI DIJÎ KOMPLOYA NAVNETEWEYΠ   Elefterîa di zimanê yewnanî de tê wateya “azadî”yê. Dema ev çalakî li dar xistî zewicî bû û dayika du zarokan bû. Kurê wî yê mezin Ernesto 23 û keça wê Clara jî hêj 13 mehî bû.    Fortulakî diyar kir ku paradîgmaya azadîxwaziya jinê ya Ocalan hemû jinan û gelên cîhanê di nava xwe de dihewîne û di nameya xwe de wiha digot; “Tu kes nikare roja me tarî bike.” Fortulakî, got ku çalakiya xwe ne ji bo şer lê ji ber pir ji jiyanê hez dike lewma li dar dixe û ev tişt anî ziman: “Azadiya gelê kurd û Serok Apo, azadiya hemû gelên cîhanê ye.”    NAMEYA ELEFTERÎA’YÊ   Fortulakî, di nameya xwe de wiha qala armanca çalakiyê dike: “Hevalno, ji ber ku Heval Rohat jî çendek sal berê li vê derê bedena xwe dabû ber agir, lewma ez jî çalakiya xwe li vê derê li dar dixim. Dayika min ji min re dibêje tu ji Yewnanistanê hez nakî lewma bi kurdî diaxivî. Dayê ez ji Yewnanistanê hez dikim, ev der welatê min e. Ez mîna welatê xwe ji Kurdistanê jî hez dikim. Ez ji zimanê yewnanî jî pir hez dikim lê mîna zimanê xwe ji kurdî jî hez dikim. Daykê, dayika min, biratiya gelan tiştekî pir xweş e. Gelê kurd ji bo biratiya gelan têdikoşe. Kurd, daxwaza mafên xwe yên ziman û perwerdeyê dikin. Dixwazin weke mirovan bijîn. Lewma dayê hêzên ku Kurdistan kirin çar parçe, kurdan dikujin. Li zanîngehê zimanê yewnanî û perwerde heye. Dewleta me heye. Lê ya kurdan tune ye. Divê zarokên me bi du zimanan bizanin, dayika wan yewnan û bavê wan kurd e. Ji sedî pêncî yewnan, ji sedî pêncî jî kurd in. Ez Newroza îsal pîroz dikim lê hinek dereng. Mîna Zekiye Alkan, mîna Sema Yuce, mîna Ronahî, Bêrîvan, Rahşan Demîrel û hêj gelek kesên din çalakî li dar xistin. Biryardariya wan gelê kurd û Kurdistan mezin kirin. Dîroka kurdan mezin kirin.”   Hevjînê Fortulakî, Şiwan Otsal ku li Yewnanistanê dijî da zanîn ku di sala 2003’yan de Fortulakî nas kir. Otsal, diyar kir ku dema Fortulakî nas kirî ji xwe haya wê ji têkoşîna gelê kurd hebû û wiha got: “Di esasê xwe de li heqîqetê digeriya, her tim di nava lêgerîna heqîqetê de bû. Bi demê re têkoşîna gelê kurd baştir nas kir. Bi pratîkê re ev yek hîn bêhtir fêm kir. Her ku têkoşîna gelê kurd nas kir hîn bêhtir nêzî vê têkoşînê bû. Şehîd Elefteria, her ku kurdî hîn dibû bêhtir pirs dikirin û diket nava hewldanan. Her şev ROJ TV temaşe dikir, nûçe û gotinên dihatin kirin dinivîsand û cihên ku fêm nedikir jî piştre ji min dipirsiya. Bi vî awayî di nava 6 mehan de hînî kurdî bû. Pir bi coş û keyfxweş bû.”    'ÇALAKIYA WÊ VEGUHERÎ ÇEMEKÎ’   Otsal, ji bo Fortulakî dibêje; “Her tim têkoşîna gelê kurd û Serok Apo difikiriya” û wiha domand: “Digot biratiya gelan û azadiya gelê kurd bi paradîgmaya Ocalan pêkan e. Bertekeke wê ya mezin li dijî komploya navneteweyî hebû. Tu carî polîtîkaya înkar, tunekirin û neheqiyê ya li dijî gelê kurd qebûl nekir. Lewma bedena xwe bi agirê Newrozê azad kir. Bi gotina “Bê Serok jiyan nabe” serîhildana xwe ya li dijî pergalê anî ziman. Ruhê ku wê bi agirê Newrozê afirandî, bûye çemê azadiyê û îro li Rojhilat, Bakur, Başûr û Rojava diherike.”   ‘GEL, KESÊN DÎROK NIVÎSANDIN JI BÎR NAKE’   Herî dawî jî Otsal ev tişt anî ziman: “Newroz, ji bo gelê kurd xwedî wateyeke dîrokî ye. Beriya her tiştî tê wateya serhildanê, têkoşînê û berxwedanê. Her wiha hemû kes daxwaz û serhildana xwe tîne ziman. Di dîroka kurdan de gelek jinan bedenên xwe şewitandin û bi agirê Newrozê azad bûn. Gelê me kesên dîrok nivîsandin ji bîr nake. Em jî wan tu carî ji bîr nakin. Em ê ji bo wan her tim hebin û têbikoşin. Têkoşîna azadiyê ya ku Serok Apo daye destpêkirin îro li tevahiya cîhanê belav bûye û bandorê li milyonan dike. Divê îktîdara hewl dide gelê kurd bi polîtîkaya zilm û zextê bitepisîne baş bizane ku gelê kurd ev 40 sal in serî li ber kesekî netewand û dê tu carî netewîne. Banga min li her kesî ew e ku dakevin qadên Newrozê.”    MA / Esra Solîn Dal