Qoliyên Remezanê digihînin mexdûrên erdhejê 2023-03-16 10:44:21 ÊLIH - Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’a Êlihê ku xebatên xwe yên li herêmên erdhejê didomînin, bi boneya meha Remezanê qoliyên ku amade kirine digihînin mexdûrên erdhejê.    Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê ji roja ewil a erdhejê heta niha li Dîlok, Semsûr, Meletî û hatayê xebatên piştevaniyê dikin. Ji 45 ciwanên ku li gel koordînasyona navendî ya krîzê tevdigerin hinek jê li herêmên erdhejê û hinek jî bi mexdûrên erdhejê yên hatine Êlihê re eleqedar dibin. Endamên Meclisa Ciwanan ji bo hezar zarokên Meletipyê pêlîstok, pirtûkên boyaxkirinê û xwarin birin.    ‘CIHÊKARIYÊ LI SÛRIYEYIYAN DIKIN’   Ji endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê Yûsûf Kaya ku ji roja ewil a erdhejê heta niha li herêmên erdhejê dixebite, diyar kir ku di 6’ê Sibatê de bi ruhê seferberiyê çûne Meletiyê û wiha got: “Me xwest tev li xebatên lêgerîn-rizgarkirinê bibin lê AFAD’ê alîkarî neda û destûr neda. Tevî astengkirinan jî me ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên mexdûrên erdhejê xebat meşandin. Me ji bo mexdûrên erdhejê kon, xwarin, xurek û derman birin. Di mijara wergirtina alîkariyan a li bajar de li dijî sûriyeyiyan cihêkarî tê kirin. Lê me alîkarî da wan. Heta nexweşxane jî li penaberan nanihêrin. Tenduristvanên di nava komên me de cih digirin alîkariyê didin wan.”    BANGA ‘BILA PIŞTEVANÎ BIDOME’   Kaya, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me 2 hefteyan li Meletiyê bi ruhê seferberiyê xebatên xwe domandin. Piştre jî vegeriyan Êlihê. Xebatên hevalên me yên li wê derê berdewam in. Em jî alîkariyê didin mexdûrên erdhejê yên hatine Êlihê. Bi taybet jî ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên zarokan xebatan dikin. Di vê çarçoveyê de me kampanya da destpêkirin. Em qoliyên Remezanê yên me amade kirine li mexdûrên erdhejê belav dikin. Bandora hilweşîner a erdhejê hêj didome. Divê piştevanî bidome.”