Serokê YSK’ê: Dê li 15 welatên nû sindoq bên danîn 2023-03-16 13:56:53   NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê YSK’ê Ahmet Yener da zanîn ku dê ji bo hilbijartinê li 15 welatên nû sindoq bên danîn.    Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê Ahmet Yener têkildarî hilbijartina giştî û ya serokkomariyê ku dê di 14’ê gulanê de bên lidarxistin, daxuyanî da.    Serokê YSK’ê Ahmet Yener wiha got: “Di hilbijartina îsal de dê li 15 welatên nû sindoq bên danîn. Ev welat jî Efxanistan, Belarûs, Brezîlya, Estonya, Fas, Karadag, Komara Koreyê, Lîbya, Lîtvanya, Malezya, Nîjerya, Pakistan, Portekîz û Tanzanya ne.”