Li ser sînorê Rojhilat bi pileya 5.3’yan erdhej çêbû 2023-03-16 15:33:53   WAN - Li ser sînorê rojhilatê Kurdistanê bi pileya 5.3’yan erdhej çêbû. Ji ber erdhejê Wan jî hejiya.    Li gorî agahiyên ji Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD); îro saet di 14.47’an de li bajarê Xoy ê rojhilatê Kurdistanê bi pileya 5.3’yan erdhej çêbû. Hat ragihandin ku erdhej 15 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye û ji ber erdhejê Wan jî hejiya.