Cotkarên islehiyeyî li benda alîkariyê ne 2023-03-17 09:01:11   DÎLOK - Li Islehiyeyê cotkar, ji bo makîne û ekîpmanên xwe yên wêran bûne li benda alîkariyê ne.    Mexdûrên erdhejê tevî hemû zor û zehmetiyan jî li warê xwe ne û hewl didin xwe bi xwe birînên xwe bicebirînin. Gelek cotkarên ku ekîpmanên wan ên cotkariyê di erdhejê de wêran bûne, mexdûr bûne. Cotkarên "Îsota Islehiyeyê" ku ji aliyê Saziya Patent û Markayê ya Tirk ve hatiye tescîlkirin jî, li benda alîkariyê ne.    Ji ber erdhejê depoyên karkeran jî hilweşiyan û gelek febrîqe wêran bûn. Ji xeynî vê makîne û ekîpmanên cotkaran jî xesar dîtine.    Adnan Şahîn (60) ku li Taxa Karapinarê ya Islehiyeyê dimîne, hem îsotê diçîne hem jî febrîqeya wî ya îsotê heye û îsotê li nav welêt û derveyî welêt difiroşe. Menderes bilêv kir ku piştî erdhejê êdî nikarin cotkariyê bikin û wiha got: "Febrîqeya me ji ber berfa par zirar dîtibû. Ji ber vê me hilberandinê dabû sekinandin. Îsal jî ji ber erdhejê hilweşiya. Par jî kesî alîkariya me nekir. Kesî ji bo febrîqeya me li me nepirsî. Îsot debara vê herêmê ye. Em hem hildiberînin em jî îxracat dikin."    ‘DÊ BANDORÊ LI 300 KESÎ BIKE'   Menderes destnîşan kir li salowext îsotê hildiberînin û got ku ji ber ku makîneyên wan hemû di bin kavilan de mane nikarin bixebitin. Menderes, wiha domand: "Niha em rabin bi derfetê xwe bikin, em ê nikaribin di biniya 3 mehan de bikin. Li vir gava hilberandin bê sekinandin, dê bandorê li 300 kesî bike. Me serî li Wezareta Hawirdor, Bajarsazî û Guherandina Avhewayê da ku werin li vir mêze bikin. Lê kes nehat."    Menderes diyar kir ku tekane çavkaniya wan a debarê îsot e û got ku ger febrîqe neyê selihandin dê nikaribin bixebitin. Menderes xwest mexdûriyeta wan ji holê bê rakirin û alîkariya wan bê kirin.    MA / Delal Akyuz