Li Botanê kelecana Newrozê: Em ê hesab ji Dehaqan bipirsin 2023-03-17 09:02:33 ŞIRNEX - Li Botanê kelecana Newrozê dest pê kir. Botaniyan anîn ziman ku ev Newroz, Newroza hesab pirsinê ye û wiha bang kirin: "Li hemberî Dehaqan dê berxwedana Kawayan jî bidome. Divê em qada Newrozê tije bikin."    Newroza îsal dê li 43 navendên Kurdistan û Tirkiyeyê bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” bê pîrozkirin. Yek ji navendên ku dê fînala Newrozê lê bê lidarxistin jî navçeya Cizîr a Şirnexê ye. Li Botanê ku îsal êriş di asta herî jor de pêk hatin, çavê her kesî lê ye ku dê peyamên çawa bên dayîn. Li Botanê ji her navçe, bajarok û taxan ku dê mirov berê xwe bidin Cizîrê, xebatên Komiteya Amadekar a Newrozê dest pê kirin. Li Botanê ku coşa Newrozê ji niha ve dest pê kiriye gel li benda 21'ê Adarê ye. Botaniyan diyar kir ku ew ê qada Newrozê tije bikin û ji bo tevlibûna li Newrozê bang kirin.    'NEWROZ ROJA HESABPIRSÎNÊ YE'   Ji şêniyên herêmê Sabrî Ecer (60) bi lêv kir ku ew her sal ji bo ji desthilatdaran hesab bipirsin li benda Newroza dimînin û got: "Di serî de Newroza me pîroz be. Newroz ji me re hêvi ye. Dema ku Newroz nêz dibe em kelecan dibin, bi coş dibin. Keyfa me gelek ji Newrozê re tê. Li dinyayê  her gelekî cejnek xwe heye. Cejna me gelê kurd jî Newroz e. Gelek cejnên me bi nexweşiyan derbas bûne. Me heta niha gelek êş û nexweşî dîtine. Em bihêvî ne ku ev Newroz bibe wesîleya sulh û selahetê. Her cejnek ji tengiyê mirov dibe firehiyê. Navê vê jî Newroz e. Em dixwazin ku di vê Newrozê de jî em ji nexweşiyê derkevin xweşiyê. Ji ber vê karesata erdhêjê ku çêbûye jî em gelek xemgîn in. Xezaba ku xwedê tîne sedemê wê mirov in. Çimkî dema ku mirov zilmê neke, nebaşiyê neke xwedê jî zilma xwe lê nake. Ji ber wê jî divê em hesab bipirsin û ew roj jî roja Newrozê ye. Divê gelê Botanê hemû di 21'ê Adarê de biherikin qada Newrozê."    'BILA BIBE WESILEYA AŞITIYÊ'   Ji welatiyan Ahmet Haci Karan (70) jî anî ziman ku ew bi salan e di bin zilmê de ne û ji ber wê jî bihêvî ne ku ev Newroz dê aştiyê û aramiyê bi xwe re bîne û wiha axivî: "Em dixwazin ku Newroza 2023'yan bibe Newroza aştî û demokrasiyê. Bila ev xwîn bes bê rijandin. Kesekî ji vê xwîn ijandinê sûd negirtiye. Heger heq û hiqûq hebûya dikaribûn çareser bikirina. Em dixwazin ku ev nexweşî ji nava me rabe. Yên ku kurên wan, keçên wan hatine kuştin, xaniyên wan hatine hilweşandin, yên ku bajarên wan hatine xerakirin hene. Ev bi hev re hatine serê me. Lê bi van kirinan tu kes bi ser neket. Ji ber wê jî em dixwazin ku ev Newroza 2023'yan bibe sedema aştî û demokrasiyê da ku ev fitne vemire. Kesek ji kuştinê sûd nagire. Ma wê heta qiyametê wisa bidome? Ev 43 sal in ku didome. Me çi xweşî dit? Me kşmyasal, kuştin, girtin dît. Ev Newroz bila bibe wesîleyê aştiyeke mayinde. Banga me ji gelê Botanê heye ku biherikin qadê Newrozê. Newroz ji niha ve li hemû kurd û Kurdistanê pîroz be."   'WERIN QADA NEWROZÊ'   Ji welatiyan Mehmet Şerîfoglû bi lêv kir ku ev Newroz Newroza hesabpirsînê ye û ev tişt gotin: "Beriya her tiştî kesên ku di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dane rehmetê ji wan re dixwazim. Ji ber vê erdhêjê em xemgîn in. Ji ber vê erdhêjê em Newrozê bi xemginî pêşwazî dikin. Dewletê berpirsyariya xwe pêk neanî. Gelek kes bi rojan di bin kavilan de man û alikariya wan nekirin. Ji ber wê bi hezaran kes mirin. Heger ne wisa bûya diviyabû gelek kes bihatana rizgarkirin. Lê dilê me li gel wan e. Em hemû gelê xwe vedixwînin qada Newrozê. Em xemgin jî bin, divê em tevlî Newrozê bibin. Ji bo bidawîbûna zilmê divê em li qada Newrozê bin. Ev Newroz, Newroza hesabpirsînê ye."   NEWROZA HESAB PIRSÎNÊ   Ji Dayikên Aştiyê Sidika Erden jî bal kişand ser girîngiya Newroza îsal û got: "Divê îsal hemû dayik, jin biherikirin qada Newrozê. Ev Newroz, Newroza serkeftinê, aştiyê ye. Em bi kelecaneke mezin tev li dibin. Ji bo ku kuştin, tecrîd, komkujî, bikaranîna çekên kîmyewî û tacîz û tecawîz bi dawî bibin divê em cihê xwe li qada Newrozê bigirin. Bila agirê Newrozê qet venemire û em vî agirî bi hev re geş bikin. Werin em bi hev re di vê Newrozê de hesab bipirsin. Em Newrozê li her gelî pîroz dikin."   LI HEMBERÎ ZILMA DEHAQAN BERXWEDANA KAWAYAN   Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kûtlû ku qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin jî, diyar kir ku li dijî zilma Dehaqan pêdivî bi berxwedana Kawayan heye û wiha axivî: "Em Newroza 2023'yan li hemû gelên bindest pîroz dikin. Bi rastî jî wateya Newroza îsal ji bo me gelekî mezin e. Newroza îsal di bin siya erdhêjê de tê pîrozkirin. Lê em Newrozê wekî şahî û dîlanê tenê esas nagirin. Newroz, cejna kurdan a serhildanê ye. Ev Newroz jî diyarî heremên erdhêjê hat kirin. Lê em gelê Botanê ku em bindest in û azadiyê dixwazin, em cejna Newrozê bi vî ruhî û mejiyê pêşwazî dikin. Bi sedan zarokên kurd bi kîmyasalê hatin qetilkirin, bi sedan ji wan di girtîgehan de rastî îşkenceyê tên. Ji ber wê jî li hemberî Dehaqan divê ku berxwedana Kawayan jî bidome. Bi vî ruhî em Newrozê pêşwazî dikin. Em ê di vê Newrozê de jî vê peyamê bidin. Tecrîda girankirî êdî di asteke wiha de ye ku nayê qebûlkirin. Pêwîst e ku ev Newroz bibe sedema rakirina tecrîdê û bi dawîbûna qirkirina gelê kurd. Em gelê xwe bi van hestan vedixwînin Newrozê. Divê em qadên Newrozê tije bikin. Divê em tecrîdê bînin ber çavên xwe, em laşên ciwanên kurd ê bi kîmyasalê şewitîn bînîn ber çavên xwe û bi wan hestan qesda qadên Newrozê bikin."    Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Cizîrê Firdevs Poyraz jî wiha bang li gelê Botanê kir: "Banga me ji bo hemû gelê Botanê ye ku bên em Newrozê bi hev re pîroz bikin. Em dixwazin ku ji bin vê zilmê rabin. Newroz, Newroza aştî û serkeftinê ye. Em 21'ê Adarê li qada Newrozê li benda gelê xwe ne."   Rêvebera HDP'a Cizîrê Songul Kuçuk jî got ku divê gelê Botanê bi ruhê salên 90'î biherike qada Newrozê û wiha bang kir: "Em dixwazin ku ev Newroz bibe Newroza hesappirsinê. Newroz pîroz be. Çawa ku di salên 1990'î de em herikîn qadan, em dixwazin ku îsal jî ji Silopiya, heta Hezex, Basa, Qilêban û Elkê em biherikin Cizîra Botanê. Newroz pîroz be."    Ji welatiyan Mehmet Ozalp (70) jî got ku wî heta vî emrê xwe zilm û zordestî dîtiye û xwest ku cejna Newrozê bibe cejna aştiyê. Îsmail Ûca (68) jî bang li hemû gelê Botanê kir ku di 21'ê Adarê de li qada Newrozê bin û bi hev re doza aştiyê bikin.    MA / Zeynep Dûrgût