Kekê Kemal Kûrkût: Bila ev Newroz bibe wesîleya edaletê 2023-03-17 09:38:21 AMED - Ercan Kûrkût ê ku birayê wî Kemal Kûrkût di Newroza Amedê de hat kuştin got: “Meha adarê mehek bi êş û xem e, lê dîsa jî rastiya Newrozê heye.”     Xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût ê ji Meletiyê hatibû Newroza Amedê ya 21’ê Adara 2017’an dema dixwest bikeve Qada Newrozê ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin. 21’ê Adarê salvegera 7’emîn a qetilkirina Kûrkût e. Rojnamevan û edîtorê ajansa me Abdurrahman Gok jî dema kuştina Kûrkût kêlî bi kêlî wêne girtibû. Wêne û dîmenên bûyerê tevî ku şênber in jî doza Kûrkût bi polîtîkaya bêcezahiştinê re dewam dike. Kekê Kûrkût, Ercan Kûrkût wiha got: “Dewlet beriya her Newrozê carek din Kemal qetil dike.”    ‘MEHA ADARÊ ÊŞA ME DER DIBE’    Ercan Kûrkût destnîşan kir ku piştî qetilkirina Kemal ew hemû Newrozan bi xemgînî pêşwazî dikin û wiha got: “Dema meha adarê tê, bi rastî jî hestên cuda bi me re çêdibin. Helbet Kemal jî bû remza Newrozê lê tenê ne Kemal e. Heta niha gelek hevalên me di Newrozan de şehîd bûne. Lê bûyera Kemal ji ber ku li ber çavan dinyayê çêbû, ji bo me rewşek bi êş e. Ji sala 2017’an vir ve êş û xema me zêdetir bû. Ya ku êşa me zêde dike jî dewlet bi xwe ye. Dewlet beriya her Newrozê carek din Kemal qetil dike. Ji bo me kurdan meha adarê mehek bi êş e, birîna me der dibe lê dîsa jî rastiya Newrozê heye.”    ‘EDALETA DERENGMAYÎ NE EDALET E’    Ercan Kûrkût bal kişand ser darizandina kujerê Kemal Kûrkût û wiha axivî: “Piştî 2017’an dewletê ne tawanberek, bersûcek derxist û qaşo darizandinekê dike. Piştî vê darizandinê jî kujer hat berdan. Di her Newrozê de Kemal di nav me de ye. Tu daxwazek me ya edaletê ji vê dewletê nîne. Çimkî darizandinek adilane li holê nîne. Heta niha tu rayedarek nehatiye darizandin. Ji roja ewilî ve baweriya me ya ji bo edaletê tune kirin. Di vê dozê de tenê kesekî ceza girt ew jî rojnamevan Abdurrahman Gok e yanî ew jî ji berk u bûyerê ronî kir. Dema rewş ev be baweriya edaletê bi meriv re namîne. Edaleta ku deren were ne edalet e.”    ‘BILA BIBE WESÎLEYA AZADIYA KURDISTANÊ’    Kûrkût wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji niha şûn ve edalet ku were, dê çiqas ji birînên me re bibe derman. Lê dewletê heta niha her birîna me xwîn kir. Em dixwazin birîna me baş bibe. Dewlet beriya her Newrozê xwê berdide birîna me. Ez hêvî dikim ku wê ev Newroz bibe wesîleya hatina edaletê, mafên mirovan û carek din Kemal Kûrkûtên din neyên kuştin. Ez Newroza gelê kurd pîroz dikim. Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya çar parçeyên Kurdistanê.”    ‘KUŞTINA KEMAL REWA DIBÎNIN’    Parêzerê doza Kemal Kûrkût, Serdar Çelebî jî anî ziman ku Kûrkût di Cejna Newrozê de li ber çavê her kesî û kamerayan bi sîleha dewletê ji aliyê polîs ve hat kuştin û got: “Di kêliya bûyerê de walî ket nava tevgera ku ser bûyerê bigire. Lê ev wisa nebû. Dewletê ji destpêkê ve ket nav hewldanên berovajîkirina bûyerê. Tevî hemû şênberiya bûyerê jî dewletê heta niha tu gavek şênber neavêtiye. Darizandinê bi zanebûn dirêj kirin ku ev bûyer jî bi polîtîkaya bêcezahiştinê re rûbirû bimîne. Yanî kuştina Kemal Kûrkût li gorî hiqûqê dibînin û kuştinê rewa dikin.”