Me xwe gihand 378 gundan, li 215 gundan 2 hezar û 151 cenaze hatine definkirin 2023-03-17 10:20:52 SEMSÛR - Me xwe gihand keyayên 387 gundên Semsûrê û 8 navçeyên wê. Tenê li 215 gundan 2 hezar û 151 cenaze hatine definkirin.    Ji 11 bajarên ku erdhejên Mereşê bandor li serê kir jî yek jê Semsûr e. Li Semsûrê bi hezaran kes canê xwe ji dest dan. Heta niha têkildarî qurbaniyên li Semsûrê tu daxuyaniyek fermî nehatiyedayîn. Di rojên ewil ên derdhejê de Semsûr bi veşartina komî ya cenazeyan ketibû rojevê û qurbanî bêtir li Goristana Yenî û Goristana Karapinar ên li navenda bajêr hatin veşartin.    Li Goristana Yenî bi kepçeyan li ser dirêjahiya 100 metreyî û firehiya 2 metreyan gor hatin kolandin û cenaze bi komî hatin veşartin. Li gorî agahiyên me ji Midûriyeta Goristanan a Semsûrê wergirt; 700 cenaze li beşa goristana malbatan, 2 hezar û 756 cenaze li beşek din a goristanê, 692 cenaze jî li beşek cuda ya goristanê hatine veşartin. Her wiha li Goristana Yenî di beşa gorên bêkesan de jî 65 kesên nasnameya wan nehat eşkerekirin, hatine definkirin. Li Goristana Karapinar jî 350 kes hatine veşartin.    HEJMARA CENAZEYAN NEHATINE TESPÎTKIRIN    Rayedarên Midûriyeta Goristanan a Semsûrê diyar dikin ku pir zehmet e hejmara rastî bê bidestxistin û ji ber cenaze zêde bûne nikaribûne hemû cenazeyan tespît bikin û gelek cenaze jî şandine derveyî bajêr.    ME XWE GIHAND 377 GUNDAN    Di sê rojên ewil ên erdhejê de li navenda Semsûrê ne ekîbên AFAD’ê ne jî ekîbên Kizilayê hebûn û xelkê li gorî derfetên xwe cenaze û birîndarên xwe ji bin kavilan derxistin. Gelek welatiyan cenazeyên xwe birine li gundên xwe veşartine.    Hat diyarkirin ku li gundên bi ser navenda Semsûrê û gundên bi ser navçeyên wê Sergolan, Çelîkan, Bêsnî, Tût, Algûş, Sincik, Semsat û Kolikê bi giştî 2 hezar û 151 cenaze hatine definkirin.    Em wek Ajansa Mezopotamya (MA) bi giştî li keyayên 416 gundên navend û navçeyên geriyan. Lê me tenê xwe dikaribû bigihanda 378 keyayên gundan. Li gorî agahiyên me ji keyayên 378 gundan girtin, ji navenda bajêr bi giştî hezar û 755 cenaze birine gundan, ji navenda 8 navçeyan jî 58 cenaze birine gundan veşartine. Li gundan jî ji ber xanî hilweşiyan 326 kesî jiyana xwe ji dest dane û li goristanên gundan hatine definkirin. Ji Osmaniyeyê 2 cenaze, ji Hatayê 4 cenaze, ji Dîlokê 6 cenaze û ji bajarên din jî 2 cenaze birine gundan û hatine definkirin. Li gorî agahiyên li ber destê me, aqûbeta kesekî jî ne diyar e.    HEZAR Û 148 CENAZE LI GUNDÊN NAVENDÊ HATINE VEŞARTIN    Ji 135 gundên navenda Semsûrê keyayê 107 gundan dibêjin ji navenda bajêr hezar û 148 cenaze li gundan veşartine. Her wiha li gundên bi ser navenda Semsûrê ve jî 54 kesan canê xwe ji dest daye. Ji Osmaniyeyê 2 cenaze, ji Hatayê jî 3 kes li gundên navendê hatine veşartin.    SERGOLAN    Li navçeya Sergolanê ji keyayê 30 gundan me xwe gihand keyayên 22 gundan. Li van gundan 35 kesî jiyana xwe ji dest dane, ji navenda navçeyê jî 31 cenaze, ji Dîlokê jî 6 cenaze anîne û li gundan veşartine.    BÊSNÎ   Ji 67 keyayên gundên navçeya Bêsniyê me xwe gihand 60 keyayên gundan. Keyayên gundan dibêjin ji ber hilweşîna li gundan 100 kesî canê xwe ji dest daye, ji navneda Semsûrê 146 cenaze, ji navenda navçeya Bêsniyê 25 cenaze û ji bajarên cuda jî 2 cenaze li gundan hatine veşartin. Li navçeya Bêsnî hê jî kesek winda ye.    ÇELÎKAN    Me xwe gihand 23 keyayên gundên bi ser Bajaroka Bûlama Çelîkanê. 44 kes li gundan jiyana xwe ji dest dane û ji navenda Semsûrê jî 6 cenaze hatine gundan.    ALGÛŞ    Me xwe gihand 41 keyayên gundên bi ser navçeya Algûşê. Gundên bi ser navçeyê ve 4 kesan canê xwe ji dest daye û ji navenda Semsûrê jî 19 cenaze li gundan hatine veşartin.    SEMSAT    Me li navçeya Semsatê jî ji keyayên 16 gundan xwe gihand keyayên 12 gundan. Lig undan kesî jiyana xwe ji dest nedaye û ji navenda Semsûrê 186 cenaze birine li gundan veşartine.    TÛT    Ji keyayên 14 gundên bi ser navçeya Tûtê ve me xwe gihand keyayên 13 gundan. Li gundên Tûtê 25 kesan canê xwe ji dest daye û ji navenda Semsûrê jî 133 cenaze birine li gundên navçeyê veşartine.    SÎNCÎK    Li navçeya Sincikê jî ji keyayên 24 gundan me xwe gihand keyayên 21 gundan. Li gundên navçeyê 48 kesan canê xwe ji dest daye. Ji navenda Semsûrê jî cenazeyê 3 gundan birine li gundan veşartine.    KOLIK    Li navçeya Kolikê jî ji keyayên 102 gundan me xwe gihand keyayên 109 gundan Li gundên bi ser Kolikê ve 14 kesan canê xe ji dest daye û ji navenda Semsûrê 114 cenaze, ji navenda Kolikê 2 cenaze, ji Hatayê cenazeyek li gundên navçeyê hatine definkirin.    MA / Omer Akin – Zerrîn Sargût