Alîkariya 10 hezar TL’an nedanê lê weke ku wergirtibe nîşan dan 2023-03-17 11:01:04   DÎLOK - Welatiyê bi navê Muhîttîn Atmaca ku mala wî ya li Islehiyeyê kêmxesar e, da zanîn ku alîkariya 10 hezar TL’an wernegirtiye lê weke ku alîkarî standibe hatiye nîşandan.    Piştî erdhejê ji bo mala Muhîttîn Atmaca ya li navçeya Islehiya ya Dîlokê tespîta kêmxesar hate kirin. Atmaca da zanîn ku pereyê alîkariyê yê 10 hezar TL’an jê re nehatiye kirin lê li ser e-devletê weke ku hatibe dayîn hatiye nîşandan.    Atmaca, diyar kir ku ji bo wergirtina alîkariyê çûye cem wesayîta mobîl a Bankaya Zîraatê û xebatkaran jê re gotiye; “Apo bo te tiştek derneketiye.” Atmaca, wiha domand: “Lê dema min li e-Devletê nihêrtî, min nîşeya ‘pere hatiye teslîmkirin’ dît. Tê gotin ku pere di meha sibatê de hatiye teslîmkirin. Di erdhejê de ji hêla aborî vê ziyanên me çêbûn. Niha nikarim pêdiviyên xwe pêşwazî bikim. Dixwazim ev alozî bê çareserkirin.”