Di dosyeya HDK’ê ya Tekîrdagê de derbarê 38 kesan de doz hat vekirin 2023-03-17 11:13:46 STENBOL - Ji lêpirsînha HDK’ê ya Tekîrdagê derbarê 38 kesan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ku saeta dîwaran kirine delîl doz hat vekirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê derbarê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de hat birêvebirin de derbarê 38 kesan de îdianame hat amadekirin. Îdianame di 18’ê çile de hat amadekirin û ji 769 rûpelan pêk tê. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Tekîrdagê îdianame qebûl kir. Danişîna ewil a dozê dê di 20’ê hezîranê de bê lidarxistin.    Di îdianameyê de xebatên HDK’ê hatine berovajîkirin û hedef hatine nîşandan. Pêkhateyên HDK’ê jî wek “marjînal” hatine pênasekirin û ji roja HDK hatiye avakirin heta niha hemû xebatên wê hatine tespîtkirin û kirine mijara tawanbariyê.    DELÎL PIRTÛKA SETA’YÊ YE    Di îdianameyê de delîlên ku ji pirtûka bi navê “Li Ewropayê rêxistina PKK’ê” ku di sala 2019’an de ji aliyê saziya AKP’ê SETA’yê ve hatiye amadekirin, cih digire.    RÊXISTINA MECLISÎ KIRINE HEDEF    Îfadeyên şahidên bi navê “Hakan Îlhan, Evîn Fîlîz” ên navê wan eşkere û şahidên navê wan veşarî “S15D28” û “AB14H1” di îdianameyê de cih digirin. Ev şahidên navborî di îdianameyê de terza rêxistinkirina bi awayê meclisê ya HDP’ê krîmînalîze kirine.    Di îdianameyê de civîn û çalakiyên jinan jî wek mijara tawanbariyê hatine dîtin. Li HDK’ê li gel ku pergal bi awayê hevberdevkiyê tê birêvebirin jî lê di îdianameyê de tê îdiakirin ku HDK bi pergala hevserokatiyê tê birêvebirin.    HDK WEK ‘RÊXISTINA ÇEKDARÎ’ HATIYE DÎTIN    Di îdianameyê de HDK wek “rêxistina terorê ya çekdarî” hat lansekirin. Her wiha delegetiya ji bo HDK’ê jî wek sûc hatiye dîtin. Di çalakiyek HDK’ê ku dirûşma “Jin jiyan azadî” hatiye berzkirin jî wek “tawanbarî” hatiye dîtin û her wiha gelek pirtûk û rêziknameya HDP’ê jî wek tawanbarî li îdianameyê zêde kirine.    SAETÊ KIRINE DELÎL    Saetek dîwaran a li mala E. Ulgen ku nivîsa HDP’ê li ser bû hatiye desteserkirin û tevlibûna wî ya çalakiyan û şahiyan wek delîlê “endamtiya PKK’ê” hat nîşandan û kirine mijara sûc.    Hemû kesên di îdianameyê de bi heman hêcetan hatin sûcdarkirin.    CEZA TÊ XWESTIN    Di îdianameyê de derbarê A.O, A.Ç, A.A, A.Î.Y, A.T, B.T, C.K, E.O, E.Ş, E.O, E.F, E.U, F.Ş, F.Î, G.K, G.Ç, G.G, H.H, H.C.B, H.B, H.G, Î.K, K.Y, K.T, M.B, M.M, M.A.K, M.Ç, M.H, M.M, M.Ç, O.G, S.F, S.O, S.A, S.S, T.R. û Y.A. de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji 7 salan heta 15 salan cezayê hefsê tê xwestin.    MA / Mehmet Aslan