HDP’ê ji bo çilroja erdhejê vîdeo parve kir: Hûn dê hesabê bidin 2023-03-17 11:34:06   ENQERE - HDP’ê bi boneya çilroja erdhejê bi sernavê “Me nekarî şîna xwe bigirin. Hûn dê hesabê bidin” vîdeoyek parve kir.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya çilroja erdhejên Mereşê, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî bi sernavê “Bû 40 roj. Me nekarî şîna xwe bigirin. Hûn dê hesabê bidin” vîdeoyek parve kir.    Di vîdeoyê de balê dikişînin ser qêrîna “Dewlet li ku ye” û piştre jî wêneyên piştî erdhejê hatine parvekirin.     #40 gün oldu. Yasımızı tutamadık. Hesap vereceksiniz. pic.twitter.com/vlt5Es7tmp — HDP (@HDPgenelmerkezi) March 17, 2023